Diyarbakır Sanat Merkezi
KURDÎLÎT: LI TIRKÎYEYÊ, TORA WÊJE Û WEŞANGERÎYA KURDÎ
Reşemî - Gelawêj 2016
Rêvebir: Navenda Hunerê a Amedê / Koordînatorê/a Naverokê: Lal Laleş (Lîs Yayınları) / Hevpar: Literature Across Frontiers (Birleşik Krallık) / Piştgir: Ramîna Sivîl Bernameya YE, Literary Europe Live (Creative Europe)

Kurdîlît: Li Tirkîyeyê, Tora Wêje û Weşangerîya Kurdî, bi armanca xuyakirina wêjeya Kurdî were zêdekirin, bi hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê, Weşanxaneya Lîsê û Literature Across Frontiers hat sêwirandin. Armanca Xebata ku bi armanca zanînên heyî ên di derbarê wêjeya Kurdî de berhev bike, hatiye sêwirandin, ew bû ku; zanînên bingehîn ên di derbarê kes û sazîyên li Tirkîyeyê di warê wêje û weşangerîya kurdî de kar dikin (weşanger, nivîskar, wergêr, weşanên wêjeyî ên domdar) berhev bike û li ser înternetê tomar bike û bi domana demê re tevkarîya têkilîyeke kûr a di navbera kes û sazîyan û bi sazîyên wejeyê ên ku di qada navneteweyî de xebatan dimeşîn re bikin. Projeya ku ji bo hem li Tirkîyeyê hem jî li dinyayê piştgirîya belavkirin û nasandina zimanê Kurdî ku di gengeşeya curbicurî û mafên çandî ên li Tirkîyeyê de xwedîyê cîyekî navendî û girîng e û di heman demê de wekî zimanekî wêjeyê ye, bike hat destpêkirin, tevkarîya ji nû ve nirxandina ji alîyê mafên çandî ve a gengeşeyên rojane ên heyî ku di derbarê zimanê dayîkê de ne, ji xwe re kir armanc. Malpera webê a KurdîLit: Tora Wêje û Weşangerîya Kurdî a Li Tirkîyeyê, 17’ê Gelawêja 2016’an vebû. Di malperê de ji bilî çar kategorîyên bi sernavên nivîskar, wergêr, weşanxane û kovarên ku li Tirkîyeyê di qada wêje û weşangerîya Kurdî de kar dikin, Rapora Wêjeya Kurdî a 2016’an ku di encama hevdîtinên bi hilberînerên wêjeyê re hatiye kirin, amade bûye û beşeke ajandayê ku dê tê de çalakî û pêşketinên di vê qadê bên belavkirin, hene.

Di pêvajoya amadekirina malpera webê de ku Reşemîya 2016’an bi civînên sazkirina torê ên li Amed, Stenbol, Êlih, Mêrdîn û Wanê dest pê kir, tevî çend sazîyên ziman û wêjeyê, têkilî bi 120 nivîskar, 22 weşanxane û 14 edîtor û nûnerên weşanên domdar re hat danîn. Agahîyên nivîskar, wergêr, weşanxane û kovarên ku bersiv dan vê bangewazîyê û agahîyên xwe şandin hatin berhevkirin û ev agahî bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî di malperê de hatin bicîkirin. Civîna danasîna malpera webê a KurdîLit 29’ê Pûşpera 2016’an li Sümerparka Amedê, li Hêwana Resepsîyonê hat lidarxistin. Malpera webê ku danasîna wê 26’ê Gelawêjê di çarçoveya çalakîyên Mihricana Wêjeya Deryaya Sipî a li Maltayê hat kirin, Rezbera 2016’an bi civîneke ku li Stenbolê, li Cezayirê hat sazkirin pêşkêşî aktorên wêjeya Tirkî û Kurdî û hin sazîyên çand û hunerên ên pewendîdar hat kirin.

Rapora Wêje û Weşangerîya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê 2016