Diyarbakır Sanat Merkezi
KÎNO ROJÊN FÎLMÊN ELMANAN
2015-2022
Kîno 2015: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Kîno Rojên Fîlmên Elmanan ku ji mînakên xelatstendî û rojane ên sînemaya Elmanan pêk dihat, bi hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê li Sînema Avşar a N-Cityyê hat lidarxistin. Di pêşandana fîlmê Christian Petzold ê bi navê Raza Li Ser Rûyê Te (Phoenix) de ku çalakîya destpêkê bû, mêvanên ji Enstîtuya Goetheyê - Stenbol jî amade bûn. Fîlmên din ên di nav bijareya Kîno 2015 fîlmên dirêj -Amed de bûn jî Victoria ku bi derhênerîya Sebastian Schipper, Plana Kuştina Hitler (Elser: Er hätte die Welt verändert) ku bi derhênerîya Oliver Hirschbiegel û fîlmê dawîyê ê Baran bo Odar Kî me ez? (Who Am I-Kein System ist sicher) bûn. Ji bilî fîlmên dirêj, mînakên ji dîroka nêzîk a sînemaya anîmasyonê a Elmanan ku bernamesazê beşa Sînemaya Anîmasyonê a Elmanan a Mihricana DOK Leipzigê Annegret Richter ew amade kiribûn jî di çarçoveya bernameyê de bê pere hatin nîşandan. Nêzîkî 400 kesan beşdarî bernameyê bûn. Nêzîkî 170 zarokî bi nîşandana zêde beşdarî pêşandana Sînemaya Anîmasyonê a Elmanan bûn. Ji sazîyên girîng ên civaka sîvîl a bajêr; Komeleya Sarmaşıkê a Tekoşîna Li Dijî Xizanîyê û Pêşketina Domdar û komên zarokan ên Konservatûwara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê jî tevî bernameyê bûn.

Cî: Diyarbakır N-City Avşar Sinema
Kîno 2016: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Lingê Amedê ê bernameya fîlman a Kîno 2016’an bi hevparîya Enstîtuya Goetheê û German Films û bi hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 24-27’ê Sermaweza 2016’an de hat lidarxistin. Bername bi nîşandana fîlmê bi navê Ji nişkê Ve (Auf Einmal) ê ku Aslı Özgeyê derhênertîya wî kiriye dest pê bû. Bi Xatirê Te Berlîn (Tschick) ku derhênerîya wî Fatih Akın e û ji ber romana Ber Bi Jêr Ve a Wolfgang Herrndorf ku romana wî a herî zêde tê firotin e, hatiye wergirtin, bi derhênerîya Anne Zohra Berrached fîlmê 24 Hefte (24 Wochen) û bi derhênerîya Christian Zübert fîlmê Henaseyek (Ein Atem) jî di çarçoveya Kîno 2016’an de li Amedê hatin nîşandan. Bername bi pêşandana fîlmekî ji fîlmên vê salê ku herî zêde bahsa wan tê kirin û hatiye ecibandin; fîlmê Toni Erdmann ê ku Maren Ade derhênerîya wî kiriye, bi dawî bû.

Cî: Diyarbakır N-City Avşar Sinema
Kîno 2017: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Bernameya fîlman a Kîno 2017’an bi hevparîya Enstîtuya Goetheê û German Films û bi hevkarîya Başka Sinema û Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 21-24’ê Berfanbara 2017’an de hat lidarxistin. Bername bi nîşandana fîlmê bi navê Weslewesle (Aus dem Nichts) ê ku Fatih Akın derhênerîya wî kiriye dest pê bû. Bi derhênerîya Julian Rosefeldt fîlmê Manîfesto, bi derhênerîya Maria Schrader fîlmê Berî Berbangê (Vor der Morgenröte), bi lêanîna derhênerê hoste Volker Schlöndorff fîlmê Evîna Nayê Jibîrkirin (Return to Montauk), dîsa bi derhênerîya hostayekî din ê sînemaya Elmanan Werner Herzog fîlmê Xwê û Agir (Salt and Fire) û fîlmê Marc Rothemund ê bi navê Bextê Reş (Mein Blind Date mit dem Leben) li Amedê di çarçoveya bernameya Kîno 2017’an de hatin nîşandan. Wekî din di çarçoveya nîşandanên fîlman ên Kîno 2017’an de zarokên Amedî karîbûn li fîlmê anîmasyonî ê bi navê Dibistana Kîvroşkan (Die Häschenschule: Jagd nach dem goldenen Ei) temaşe bikin.

Cî: Cinemaximum Ceylan Karavil
Kîno 2018: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Bernameya fîlman a Kîno 2018’an, bi hevkarîya German Films, Enstîtuya Goetheyê, Başka Sinema, Qad Ji Bo Çandê û Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 30’yê Sermawezê-2’yê Berfanbara 2018’an de hat lidarxistin. Bernameya Kîno 2018’an bi nîşandana fîlmê bi navê Transît ê ku Christian Petzold derhênerîya wî kiriye dest pê bû. Fîlmên din ku di bernameyê de hatin nîşandan bûn ev bûn: Fîlmê nû ê Emily Atef ê bi navê Li Quiberonê 3 Roj (3 Tage in Quiberon), bi derhênerîya Hüseyin Tabak fîlmê Efsaneya Keyayê Sik (Çirkin Kral Efsanesi) û fîlmê Valeska Grisebach ê bi navê Western. Wekî din bi derhênerîya Thomas Stuber fîlmê bi navê Evîna Gengaz (In den Gängen) di nav bijareya fîlman de bû.

Cî: Diyarbakır Ninovapark Prestige Cinema
Kîno 2019: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Bernameya fîlman a Kîno 2019’an ku Enstîtuya Goetheyê û German Films bi hev re amade kiriye, bi hevkarîya Başka Sinema û Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 29’ê Sermawezê-1’ê Berfanbara 2019’an de hat lidarxistin. Nîşandana fîlman ku mînakên xelatstendî û rojane ên sînemaya Elmanan gihand sînemahezên Amedî, bi fîlmê Andreas Dresen ê bi navê Gundermann dest pê bû. Fîlmê nû ê derhêner Sebastian Schipper ê bi navê Lê… (Ich War Zuhause, Aber) û fîlmê Ulrich Köhler ê bi navê Masîyê Zêrîn (Die Goldfische) jî di nava fîlmên ku di çarçoveya Kîno 2019’an de hatin pêşandan de bûn.

Cî: Diyarbakır Ninovapark Prestige Cinema
Kîno 2020: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Kîno 2020: Bernameya Fîlmên Elmanan a Li Tirkîyeyê ku Enstîtuya Goetheyê cara şeşan e saz dike, di navbera 1-13’e Sermaweza 2020’î de ji bo li her der dera Tirkîyeyê bê temaşekirin, bi hevkarîya Mihricana Fîlman a Stenbolê di ser înternetê re bi awayekî vekirî hat lidarxistin. Di nav fîlmên ku bi rêya platforma nîşandana di ser înternetê re ‘filmonline.iksv.org’ê derketin pêşberî temaşevan de fîlmê Ina Weisse ê bi navê Bijare (Das Vorspiel), bi derhênerîya Visar Morina fîlmê Bîyanî (Exil), fîlmê İlker Çatak ê bi navê Xwedîyê Gotina Xwe (Es gilt das gesprochene Wort), fîlmê dawîyê ê Hüseyin Tabak ê bi navê Keybanûya Mitrib (Gipsy Queen) û bi derhênerîya Janna Ji Wonders fîlmê Walchensee Forever jî hebûn. Bernameya nîşandana di ser înternetê re li gorî salên berê derfeta nîşandana bijareyeke berfirehtir çê kir. Fîlmên din ku hatin nîşandan ev bûn: Gregory Kirchhoff – Sendroma Baumbacher (Baumbacher Syndrome), Mariko Minoguchi – Dawîya Min, Destpêka Te (Mein Ende. Dein Anfang.), Aysun Bademsoy - Şop (Spuren - Die Opfer des NSU), Burhan Qurbani - Berlin Alexanderplatz, Katrin Gebbe – Xwîna Keravîyê (Pelikanblut), Ulrike Ottinger - Paris Calligrammes, Jens Meurer – Projeyeke Ne Gengaz (An Impossible Project), Leonie Krippendorff – Gûzika Hevirmêş (Kokon) Di çarçoveya Kîno 2020’î de, temaşevanan di ser înternetê re bi awayekî zindî karîbûn derhênerên hin fîlmên di nav bijareyê de bûn, bibînin û bi wan re bipeyivin.

Online
Kîno 2021: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Lingê Amedê ê bernameya fîlman a Kîno 2021’ê ku Enstîtuya Goetheyê û İKSV’yê bi hev re saz kiriye, bi hevkarîya Mordem Sanat û Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 25-26’ê Rezbera 2021’ê de hat lidarxistin. Fîlmê Alexandre Koberidze ê bi navê Gava Em Li Asîmanan Dinêrin Em Çi Dibînin? û fîlmê Fabian an Jî Çem û Çem Çûn ku derhêner Dominik Graf ji romana Erich Kästner veguherandiye, bi awayê nîşandana fîzîkî derket pêşberî temaşevanên Amedî. Fîlmên din ên Kîno 2021’ê, ku di navbera 24’ê Rezberê-3’yê Kewçêrê de bi bernameya li ser înternetê bi awayekî vekirî li her dera Tirkîyeyê hatin temaşekirin ev bûn: Fîlmê İlker Çatak ê bi navê Destê Dizan (Räuberhände), fîlmê ku Philipp Stölzl derhênerîya wî kiriye ê bi navê Kişik (Schachnovelle), Fîlmê Aliaksei Paluyan ê bi navê Wêrekî (Courage), fîlmê Sabrina Sarabi ê bi navê Kes Li Ba Golikan Tune ye (Niemand ist bei den Kälbern), fîlmê Martina Priessner ê bi navê Nobedar (Die Wächterin). Dîsa fîlmê Marcus Lenz ê bi navê Berberî (Rivale), fîlmê Andres Veiel ê bi navê Hawirdorkujî (Ökozid), ​​fîlmê Lisa Bierwirth ê bi navê Prens û fîlmê Anne Zohra Berrached ê bi navê Dinya Dê Veguhere (Die Welt wird eine andere sein) jî di nav fîlmîn bijareyê de bûn.

Cî: Mordem Hûner
Kîno 2022: Rojên Fîlmên Elmanan Li Tirkiyê
Lingê Amedê ê bernameya fîlman a Kîno 2022’yan ku ev cara heyştan e Enstîtuya Goetheê û German Films bi hev re saz dikin bi hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê û Mordem Sanatê, di navbera 11-13’ê Sermaweza 2022’yan de bî nîşandana 6 fîlman hat lidarxistin. Bernameya ku bi belgefîlmê Cem Kaya ê bi navê wî Evîn, Mark û Mirin (Aşk, Mark ve Ölüm) ku herî zêde navdar e, dest pê kir, roja duduyan bi nîşandana fîlmê Andreas Dresen ê bi navê Rabiye Kurnaz Li Dijî George W. Bush û fîlmê Franziska Stünkel ê bi navê Bidarvekirina Dawî bi rê ve çû. Fîlmê vê rojê ê dawîyê jî fîlmê derhêner Shawkat Amin Korki ê bi navê Ezmûn bû. Piştî nîşandana vî fîlmî ku gelekî bal kişand ser xwe, gotûbêjeke ku derhênerê fîlm jî tevî wê bû hat sazkirin. Fîlmê Matti Geschonneck ê bi navê Konferansa Wansee û fîlmê Andreas Kleinert ê bi navê Thomasê Hezkirî ku lêanîneke ji wêjeyê ye di nava fîlmên ku roja dawîyê hatin nîşandan de bûn. Wekî din di roja dawîyê de bi tevlêbûna derhêner, fîlmê Ezmûn cara duduyan hat nîşandan.

Cî: Mordem Hûner