Diyarbakır Sanat Merkezi
KARGEHA TEVGERÊ
20-21 Pûşper 2009
Rêvebir:
Zeynep Günsür

Cî:
Sinemardin Sinema Salonu

Navenda Hunerê a Amedê, di nav çalakîyên ku li derveyî Amedê hatin lidarxistin de cîyekî girîngî da xebatên ku li Mêrdînê hatin kirin. Bi birêvebirîya hunermenda performansê Zeynep Günsürê, li Merdînê ji ciwanên ku dansên hemdem bala wan dikişîne Kargeha Tevgerê hat lidarxistin. Zeynep Günsüra ku gelek sal in lêkolînên tevgerê ên laş navenda wan e dike, di Kargeha Tevgerê de bi bîrewerîyeke navdîsîplîn li ser beden, bîr û çîrokan xebatan dimeşîne. Kargeh, bi hevkarîya Komeleya Sînemayê a Mêrdînê, di çarçoveya Festîvala Fîlman a Navnetewî a Mêrdînê a IV. de 20-21’ê Pûşpera 2009’an li Jûra Sînemayê Sinemardinê hat lidarxistin. Ji bo were nîşandan ku dansa nûjen kare bibe parçeyek ji jîyana rojane, beşdaran di warê perwerdeyîya dansê de bi derfetên kêm li ser platformeke hevpar dansên xwe pêşkêş kirin. Kargeh, bi tevlêbûna 15 ciwanên ku hezkirên dansê bûn, hat lidarxistin.