Diyarbakır Sanat Merkezi
JI BO BIBÎRXISTIN Û VEGOTINÊ LI BAJÊR BINÊR 2016-2018
Rezber 2016 - Reşemî 2018
Bajaran: Amed, Îzmir, Bursa, Entab

Serdema sêyem ya projeya Ji Bo Bibîrxistinê û Vegotinê Li Bajêr BINÊR; bi perwerdeya 18 mehî çû serî ku ji Dersên BINÊRê, Platforma BINÊRê û BINÊRa Kollektîf pêk dihat. Piştî serdema yekem û duyem, BINÊR, di serdema xwe ya sêyem de, ji bo ciwanên di salên 18-28’an de yên li Entabê, li Bursayê, li Îzmîrê û li Amedê ne û eleqeya xwe bi fotograf û vîdeoyê dikin, bang kir. Dersên BINÊRê ku di qonaxa yekem ya bernameyê de, perwerdehîyeke bo sê rojan û bo ciwanan hat dayîn ku perwerdeya zanistên civakî û perwerdeya hunerî di nav hev de bûn. Dersên BINÊRê, hat sêwirandin li ser rêgeza ku meseleyên civakî di biwarên cuda yên hunerê de bên gengeşîkirin û bi vî awayî jî dîtin û riwangeyên ciwanan bên berfirehkirin. Heta vê rojê, di biwarên ku BINÊRê tê de xebat kirin, warên wekî ‘bajar-mekan’ û ‘xwemalî-zanav’ bi pêş de hatin û li ser modulên perwerdehîyê, zanistên civakî, vegotina çîroka dîtinî, fotograf, hunera rojane, fîlmên belgeyî, nimandinên medyayî û li ser amrazên medyayê hat sekinandin. Bajarên BINÊRê, li Îzmîrê, li Amedê, li Bursayê û li Entabê û di navbera mehên Rêbendan û Adara 2017’an de li Entabê, li Bursayê, li Amedê û li Îzmîrê, bi tevlêbûna 200 beşdaran, pêk hat.

Di bernameya sêrojî de ku her roj bi du modulan bi pêş de diçû, civaknas Ayşe Seda Yüksel û Bengi Akbulut, gava bi têgih û amrazên sosyolojîyê li bajêr dinihêrîn, digel wê jî mijarên wekî jîyana rojane, zayenda civakî, veguherîna bajarane, koçberî û penaberî û pê re jî têgihên wekî beden, mekan, xwemalî, zanav gengeşî kirin. Di pey re, hunermendê dîtbarîyê û perwerdekar Sevgi Ortaç, ji pirsa, “Gelo em çima çîrokan vedibêjin” da ser rê û li ser mijar û temayên wekî dîroka vebêjîya çîrokan, şêweyên dîtin yên vegotinê, zimanê ku di van şêwevegotinan de tê bikaranîn, hilberandina rastînîyê, arîşeya nimandinê ya di yê dinêre-yê lê tê nihêrîn de asêbûyî, yên ku tev li vegotinê tên kirin, yên ku li derveyî vegotinê tên hiştin û têkilîya wan a bi îqtîdarê re, polîtîkayên bîrê, çêbûna bajaran ya wekî qadeke ezmûnê, hilberandina mekan û veguherîna wî, sekinîn û ji wan mînak nîşan dan.

Roja duyem, hunermend û perwerdekarên fotografê, Ali Taptık, Metehan Özcan û Serkan Taycan, moduleke fotografan amade kir û mijarên wekî, bikaranîna fotografê ya wekî amraz, biwar û vegotinê, kargînîya fotografê, îqtîdara hêmayê û awayên hilberandin pirhêlî hatin gengeşîkirin. Di pey re, sînamegera belgeyî û perwerdekar Gülengül Altıntaş û Doğa Kılcıoğlu, mînakên der heqê pêdeçûna dîrokî ya sînemayê de, digel awayên rêbaz û ranêzikîyê nirxandin.

Di roja dawa ya Dersên BINÊRê de, dîrokzanên hunerê û kurator Ezgi Bakçay û Erden Kosova, ji pirsên wekî; gelo hunera rojane çi ye, ew bi çi awayî ji hunera modern cuda dibe û hunermend wekî kirdeyekî li ku dera van cureyên hunerê disekine, dan ser rê û mînakên ji hunerên rojane yên dinyayê, di deqbenda bajêr, qada giştî, bîr û zanavê de nirxandin. Rojnameger û perwerdekarên ragihandina medyayî Altuğ Akın û Çiğdem Öztürk, di deqbenda wekî biwar; endustrîyên çandê de, medya, têkilîya medyayê ya ku bi temaşevanan re datîne, dibetîyên ku derpêş dike û derfetên wê gengeşî kirin. Di dawîya Dersên BINÊRê de, ku li çar bajaran, li mekanên cuda û bi biwarên gengeşîyê yên ku carinan wekî hev bûn carinan jî ne wekî hev bûn, pêk hatin. Beşdar, di çarçoveya beşdar û perwerdehîyê de, bi wateya bajêr û ranêzikîyên ji bo meseleyên bajêr, rastî dîtin û riwangeyên pirhêlî û alternatîf hatin.

Piştî Dersên BINÊRê ku bi mawey Rêbendan-Adara 2017’an hatin kirin, 33 ciwanên ku ji bo tev li demajoya hilberandina kollektîf bibin serî lê dan, di Nîsana 2017’an de, li Amedê, di kargeha bi navê Bipêşvexistina Ramanan de hatin cem hev û 15 kesên ku pêşnîyaza projeyê kirin, di 15’ê Pûşpera 2017’an de, piştî bidawîbûna kargeha li Îzmîrê çêbû, ji bo ku projeyên xwe yên ji 10 fotograf û vîdeoyan pêk hatî, bi cî bînin, xebata xwe domandin. Projeyên ku der heqê bajêr de, çarçove û gengeşîyên berfireh derpêş kirin, bîra kesane û kollektîf anîn ba hev û bi perspektîfên berfirehtir xebat li ser wan hatin kirin. Piştî demajoya kêşan û girtinê, xebatê ji bo honak û post-produksîyona bi detay domand û di gelek galerî û hêwanên pêşaneyê de gihîşt ber çavbînîya temaşevanan. BINÊR 2016-2018 ji alî Weqfa Charles Stewart Mott, Weqfa Civaka Aşkere, Serbalyozxaneya Swêdê û Weqafa Heinrich Böll ve hat piştgirîkirin.

2016-2018 Pirtûkçe (pdf)