Diyarbakır Sanat Merkezi
JI AMEDÊ VE NÊRÎNA LI WÊJEYA CÎHANÊ Û HOSTAYÊN MEZIN
22 N'isan - 13 Gulan 2012
Cî: Xana Qazancîyan

Projeya ‘Ji Amedê Ve Nêrîna Li Wêjeya Cîhanê û Hostayên Mezin’ ji bo li Amedê; bi taybetî hilberîna di qada wêjeyê û wergerê de û paralelî tevgera çandî a li bajêr û xebatên wergerê ên heyî bi fikra “wêjeya cîhanê”, bîne ba hev derket holê. Di rêzeçalakîyên 4  hefteyî ên ku 22’yê Avrêla 2012’an bi organizasyona Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê a Amedê û bi hevkarîya Xana Qazancîyan hatibû destpêkirin de çend rêzegotûbêjên wêjeyî hatin lidarxistin ku karin bibin mînak bê ka Amed bi çi xebatan tevî xebata wêjeya cîhanê dibe.   Di van gotûbêjan de ji hozanê azadîyê û xewna Amerîkayê Walt Whitman heta Ezra Poundê ku yek ji nimînêrê ku jîyana xwe ji bo helbestê terxan kiriye ye, ji danerê çîroka hevdem Edgar Allan Poe heta T.S. Eliotê ku yek ji pêşekê helbesta sedsala 20. a hevdem e, bahsa hostayên mezin ku wekî kevirên qorzîyan ên wêjeya cîhanê tên pejirandin, hat kirin.  Di heyama rêzeçalakîyên gotûbêjên wêjeyî de ku komên muzîka Kurdî di ber re stran digotin, pirtûkên van her çar nivîskaran ên ku Kawa Nemir wergerandibû Kurdî û Weşanxaneya Bajar weşandibûn bê pere hatin belavkirin.

‘Hozanê Azadîyê û Xewna Amerîkayê: Walt Whitman’ & Guhdarîkirina Ferec
22’yê Avrêlê roja yekşemê, gotûbêja yekemîn bi navê ‘Hozanê Azadîyê û Xewna Amerîkayê: Walt Whitman’ hat lidarxistin. Kawa Nemir û Veysi Erdoğan axêverên gotûbêjê bûn û çalakî bi muzîka Koma Ferec ku bi Kurdî muzîka heavy metal diafirîne dewam kir. Piştî çalakîya ku bi tevlêbûna nêzîkî 150 kesî pêk hat, pirtûka Walt Whitman a bi navê “Pêşengno! Lo Pêşengno” li guhdar û temaşevanan hat belavkirin.
‘Binhişîya Sedsala 20.: T.S. Eliot’ & Guhdarîkirina Sîya Şevê
29’ê Avrêlê roja yekşemê gotûbêja duduyan bi navê ‘Binhişîya Sedsala 20.: T.S. Eliot’ hat lidarxistin. Çalakîya ku Kawa Nemir û Şener Özmen axêverên wê bûn, sînevîzyona ku helbestên ji dengê T.S.Eliot bi xwe jî tê de bûn, bal kişand ser xwe. Piştî gotûbêjê bi tevlêbûna 250 kesî koma rocka Kurdî a binavê Sîya Şevê ji stranên albuma “Bêyom” a 3. ku nû derketibû, konserek pêşkêş kir. Piştî çalakîyê pirtûka T.S. Eliot a bi navê “Welatê Bejî û Deh Koroyên ‘The Rock’ê” li guhdar û temaşevanan hat belavkirin.
‘Jîyaneke Ji Bo Helbestê Terxankirî û Poşmanîya Ji Faşîzmê: Ezra Pound’ & Guhdarîkirina Dodan
6’ê Gulanê roja yekşemê gotûbêja sisêyan a bi navê ‘Jîyaneke Ji Bo Helbestê Terxankirî û Poşmanîya Ji Faşîzmê: Ezra Pound’ hat lidarxistin. Di çalakîyê de Kawa Nemir, Azad Ziya Eren û Dilawer Zeraq axivîn. Çalakî bi guhdarîkirina li Dodan domîya û paşê pirtûka Ezra Pound a bi navê “Ji Çîn û Maçînê” li guhdar û temaşevanan hat belavkirin.
Yek Ji Kevirên Qorzîyan ê Wêjeya Cîhanê û Danerê Çîroka Hevdem: Edgar Allan Poe’ & Guhdarîkirina Mehmet Atlı
Çalakîya dawîyê a bernameyê 13’ê Gulanê roja yekşemê bi navê ‘Yek Ji Kevirên Qorzîyan ê Wêjeya Cîhanê û Danerê Çîroka Hevdem: Edgar Allan Poe’ hat lidarxistin. Di çalakîya ku axêverên wê Kawa Nemir û Samî Hêzil bûn de pirtûka Edgar Allan Poe a bi navê “Qelareşk û Bîst Helbestên Din” ku Kawa Nemir ew wergerandibû Kurdî, li guhdar û temaşevanan hat belavkirin. Di dawîya rêzeçalakîyên ku çar hefteyan dewam kir de Mehmet Atlı ji komeke mezin a guhdaran re stranên xwe gotin.