Diyarbakır Sanat Merkezi
HÊZA ZIMÊN II : BÛYÎNA MÎNOR
9-23 Adar 2004
Küratör:
Ali Akay

Asistan Küratör:
Şener Özmen

Hunermend:
Abdo, Selda Asal, Volkan Demir, Cem Gencer, Murat Gök, Nurullah Görhan, Berat Işık, Erkan Özgen, Ani Setyan, Seza Paker, Cengiz Tekin, Murat Tosyalı, Emre Zeytinoğlu

Cî:
Birca Keçikê - Derîyê Mêrdînê , Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê, wekî berdewama pêşangeha bi navê ‘Hêza Zimên’ ku di sala 2003’yan de hatibû lidarxistin, di navbera 9-23’yê Adara 2004’an de mazûvanîya pêşangeha ‘Hêza Zimên II: Bûyîna Mînor’ kir. Di pêşangeha ku pirsgirêkên nasnameyê kiriye navenda xwe de, xebatên ji nû ve li têgehên wekî kêmenetew, mêtingerî û nostaljîyê dinêrîn, hebûn. Hunermendên ku xebatên wan li ser temaya tengezarîyê ne, lêgerînên hunerî kirine navend û paşeroj veguhastine roja me û vedipirsînin û bi yekanebûna xwe li mijarên li ser radiwestîyan, dinêrîn. Pêşangeha ku ev yekanebûn gihandine hev ji alîyekî ve jî livokbûna bûyîna mînor dida ber çavan. Rêveberên herêmî û balyozê Komîsyona Ewrûpayê ê Tirkîyeyê Hansjörg Kretschmer jî di vekirina vê pêşangeha hunera rojane ku 13 hunermendên ji Amed, Stenbol û bajarên derdorê tev lê bûbûn de amade bûn. Di êvara vekirinê de ku ji alîyê Navenda Ragihandinê a Yekîtîya Ewrûpayê a Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê a Amedê û Navenda Hunerê a Amedê ve hat organîzekirin, Koroya Zarokan a Şaredarîya Bajarê Mezin ê Amedê tevî çelojen Cem Çetinkaya bi çend zimanan stranên gelêrî pêşkêş kirin.