Diyarbakır Sanat Merkezi
GURBUZ DOGAN EKŞÎOGLU
8 Rezber - 4 Kewçêr 2006
Hunermend:
Gürbüz Doğan Ekşioğlu

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê ya Amedê di destpêka pênç salî ya xwe de mazûvanî li pêşangeha ku ji berhemên Dogan Ekşîoglu yê ku di warê karîkaturê de li seranserî cîhanê wek hunermendekî navdar tê nasîn kir. Her çi qas Ekşîoglu di qadên cuda de wek karîkaturîstekî bê nasîn jî, karên ku ew dikin ji ferasetek têkel ya ku di navbera wêne, grafîk û karîkaturê de dihejike sûdê werdigre. Berhemên Ekşîoglu di kovar û rojnameyên wek New Yorker, The Forbes, The Atlantîk Monthly, The New York Tîmes de hatine weşandin. Ekşîoglu di warê karîkatur û îllustrasyonê de bi şêwaze xwe ya xweser gelek xelatên neteweyî û yên navneteweyî bi dest xistine. Pêşangeha ku ji xebatên Ekşîoglu pêk tê di navbera 8’ê Îlon û 4 Cotmeh’a 2006’an de derket pêşberî hunerhezên Amedî.