Diyarbakır Sanat Merkezi
ÊZÎDÎ
5-30 Avrêl 2008
Hunermend:
Hüsamettin Bahçe

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha bi navê ‘Êzîdî’ a hunermendê fotografkêşîyê Hüsamettin Bahçe ku li Amedê dijî, di navbera 5-30’yê Avrêla 2008’an de li Navenda Hunerê a Amedê hat pêşandan. Di pêşangehê de fotografên ku hunermend di navbera salên 2005-206’an de li Bakurê Irakê, li herêmên Laleş û Şengalê ku piranî Êzîdî lê dijîn kişandibû, hatin pêşandan. Gelên Rojhilata Navîn hem ji alîyê çandî û hem jî ji alîyê erdnîgarî ve cîranên hev in û di nav hev de dijîn. Projeya fotografkişandinê xwe dispêre hevdunenaskirina van gelan û ji bo sererastkirina vê kêmayîyê wekî gavekê hatibû amadekirin. Hunermend bi kişandina van fotografan ku bi taybetî jîyana civakî û olî a Êzîyên ku serjimara wan nêzîkî 800 hezarî ye raberî me dikin, xwestiye pêşdarazîyan ji holê rake. Hüsamettin Bahçe gelek salan piştî vê pêşangehê sala 2014’an dîsa fotografên Êzîdîyan kişandin. Fotografên ku nîşanî me didin bê çi qasî bandora şer li ser civaka Êzîdî ku wê demê bûbû armanca êrîşîn DAÎŞ’ê, çê bûye, li Galerîya Amed Hunerê a Sümerparka li Amedê hat pêşandan.