Diyarbakır Sanat Merkezi
EBRÛ: RENGVEDANA LI SER CURBICURÎYA ÇANDÎ
29 Rezber - 21 Kewçêr 2007
Hunermend / Fotoğrafgir:
Attila Durak

Axaftvan:
Fethiye Çetin, Nebahat Akkoç, Ayşe Gül Altınay, Ati̇lla Durak, Şeyhmus Diken

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha Attila Durak a bi navê ‘Ebrû: Rengvedana Li Ser Curbicurîya Çandî’ ku projeya fotografan a belgekirina cubicurîya çandî ye, di navbera 29’ê Rezberê-21’ê Kewçêra 2007’an de li Navenda Hunerê a Amedê hat pêşandan. Attila Durak ji bo projeya amadekirina pirtûkekê li herêmên Marmara, Rojhilatê Anatolîyayê, Başûrê Rojhiltê Anatolîyayê, Deryaya Reş, Anatolîyaya Navîn, Deryaya Spî û Egeyê li sedan bajar û bajarokan fotografên 44 komên etnîk kişandin. Çavkanîya xebatên hunermend ên di pêşangehê de ku berhemên rêwîtîya heft salên bi ked û bengîtîyê stirandî ye, hunera ebrûyê bû.
Dirûvên herikbarî, vamitoyî, gerguhêzî û guherbarîya di bingeha hunera ebrûyê de ku tê de jîyan li ser rûyê avê reng vedide û ji wir jî derbasî ser kaxezê dibe, ji bo temsîlkirina curbicurîya çandî a li Tirkîyeyê ji Attila Durak re bûbû çavkanîya bingehîn a zimanê ku ew lê digerîya. Di çarçoveya pêşangehê de 6’ê Kewçêra 2007’an bi tevlêbûna Atilla Durak, Fethiye Çetin, Nebahat Akkoç, Ayşe Gül Altınay û Şeyhmus Diken gotubêjeke bi navê ‘Galegalên Ebrûyî’ ku Mehmed Uzun jî di nav vexwendîyên wê de bû û ji ber nexweşîya xwe nikarîbû tevî wê bibe, hat lidarxistin.