Diyarbakır Sanat Merkezi
DÎWAN, LÎSTIKVANÎ, LÊKOLÎN
15-22 Rezber 2014
Rêvebir:
Mîrza Metîn

Cî:
Navenda Tango MED a Govend û Hunerê

Kargeha lêkolîna lîstikvanîyê a bi navê Dîwan: Ezê Di navbera Dengbêj û Lîstikvan De ku Metîn Mîrzayê ji derhênerên Şermola Performansê ye, di navbera 15-24’ê Rezbera 2014’a de bi organîzasyona Navenda Hunerê a Amedê û Anadolu Kültürê û hevkarîya Navenda Govend û Hunerê a Tango MED’ê li dar ket.

Dîwan, kargeheke ku bi teknîkên vegotina dengbêj û çîrokbêjên ku çîrokên Kurdan vedibêjin in dest pê bûye û bi îlhamgirtina ji lîstikvanîya Jerzy Grotowski hatiye ristin. Kargeha ku bi gelemperî li ser vegotina yekkesî hûr bûye; bi hînkarîyên wekî cudayîyên bedenî, olandan, pêhisîn, danûstandina fîzîkî, delka tenêtîyê, sazkirina çîrokan, pêla çîrokê, lêkolîna dengan û tevgeran derfeta ku lîstikvan karibe vegotinekê ji vegotinan bi lêlatîyeke şanogerî lê bikole ava kiriye.