Diyarbakır Sanat Merkezi
DEVRİM ERBİL, SALA 50. A HUNERÊ “TEKNÎK Û SERDEM”
12 Rezber - 9 Sermawez 2009
Hunermend:
Devrim Erbil

CÎ:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê bi destpêkirina sala xwe a heyştan, çalakîya yekemîn a salê bi pêşandana pêşangeha bi navê Teknîk û Serdem a Devrim Erbilê ku pêncîsalîya xebata xwe a hunerê pîroz dike, li dar xist. Erbilê ku bi vegotin û teknîkeke xweser, nasname û çandên cuda ên li Anatolîyayê şîrove dike, xebatên xwe li ser nirxên estetîk ên tebeqeyên civakî û bizavên çandî ên ji hev cuda afirandine, ava kiriye. Erbilê ku di serborîya xwe yî hunerê a pêncî salan de tevkarîya avabûna kevneşopîya wênesazîyê a li Tirkîyeyê kiriye û ji sala 1956’an ji heyştêyî zêdetir pêşangeh vekiriye, di serî de li Hewlêr, Îskenderîye, Belgrad, Sofya û Qûweytê; li derveyî welêt û li welêt, li ser navê Tirkîyeyê komîserîya gelek pêşangehan kiriye. Hunermend, di çarçoveya pêşangeha xwe yî bi navê Teknîk û Serdem de bi sernavê “Huner û Ronakbûna Anatolîyayê” gotûbêjek jî saz kir. Erbilê ku tevî lêhûrbûna li ser pevgirêdanên di navbera çand û hunera Rojhilat û Rojava, mînakên ji berhemên hunerî ên gelên xwedîyê nasnameyên cihêreng ên li ser axa Anatolîyayê pêşkêş kiriye, bal kişand ser ku huner, dê li ser bingeha bandorlihevkirinê bigihêje resenîya xwe û bi van rêbazan dewlemendtir bibe. Erbil, dîyar kir ku ew di wê bawerîyê de ye ku çand bi genên hevpar ên kolektîf tên veguhastin û got: “Her çand di nav nirxên xwe xurt e. Çi gava ew bandorê li hev bikin dewlemend dibin.”