Diyarbakır Sanat Merkezi
ÇAVÊN CIWAN YÊN QAFKASAN II
6-22 Kewçêr 2006
Fotografgir:
Anna Khovshun (Azerbaycan), Khatia Jijeishvili (Gürcistan), Karen “Emka” Mirzoyan (Ermenistan), Mehmet Kaçmaz (Türkiye)

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê ya Amedê di navbera 6 û 22’yê 2006’an de mazûvanî li pêşangeha fotografan ya bi navê Çavên Ciwan yên Qafkasan II kir. Ji Azerbeycan, Gurcistan, Ermenistan û Tirkîyeyê çar fotografgirên ciwan bi fotografên ku ji welatên xwe girtinê beşdarî vê pêşangehê bûn. Pêşangeh di Tebaxa sala 2005’an de, li Navenda Hunerê ya Qersê ya ku yek ji navendên Anadolu Kultur’ê ye, wek encamek pêvajoya ku bi wergirîya xebatên Hevkarîya Çandî ya Qafkas dest pê kir derket holê. Di Îlona 2005’an de bi wergirîya Mîhrîcana Çandên Qafkas ya Qersê, bi rêvebirîya Ozcan Yurdalan xebatek kargehê pêk hat. Fotografgiran bi mijarên ku di encama kargeha hat lidarxistin de dîyar kirin, li welatên xwe xebatên fotografan pêk anîn. Pêşangeha Çavên Ciwan yên Qafkasan II ji karên fotografgirên beşdarî vê xebatê bûne pêk tê.