Cî:
Navenda Hunerê a Amedê, Şanoya Dewletê Amedê, Lîseya Anadoluyê a Amedê, Qada Jîyana Hevpar a Sumerparkê
Li lingê Amedê ê projeya Çalakîyên Hefteya Çandê ên Ewropayê yî Li Ser Reyan ku welatên curbecur di çarçoveya wê de bû, bi tevlêbûna çil û heyşt nivîskarên ji heyşt welatên Ewropayê, bernameyeke gelek fotograf, fîlm, xwendin û guhdarîkirinan pê dihat ku veguhastin 24 bajarên Tirkîyeyê, hat lidarxistin Çalakîyên projeyê ên rawestgeha Amedê bi hevkarî û organîzatorîya Navenda Hunerê a Amedê di navbera 4-20’ê Gulana 2009’an de hatin lidarxistin. Kompîterên ku bi înternetê ve girêdayî û pirtûkxaneyeke gerok a bi amûrên dîtbarî-dengbarî hatibû barkirin jî di çarçoveya projeyê li bajaran gerîya. Her wiha pirtûkên çil û heyşt nivîskarên ku beşdarî projeyê bûbûn jî ji bo li ser wan vekolîn bê çêkirin û werin xwendin, di pirtûkxaneya gerok de hatin bicîkirin. Çalakîyên ku Li Amedê; li Zanîngeha Dîcleyê, Lîseya Anadoluyê a Amedê û Navenda Hunerê a Amedê hatin kirin, ji kargehên xwendinê, gotûbêj, konser, pêşangeh, nîşandana kurtefîlman û performansan pêk hat. Ji bilî hevdîtinên fîzîkî bi sazkirina forûmên webê ên li ser înternetê jî ji bo ciwanan derfeta rasterast tevlêbûna pêşveçûnên di qada hunera hevdem ên li Ewropayê hat pêşkêşkirin. Projeya Li Ser Rêyan, ku Zanîngeha Bilgi a Stenbolê, İKSV, Buroya Çanda Awistiryayê, Weqfa Lîseyîyên Awistiryayê, Navenda Çandê a Romanyayê, Serkonsolosxaneya Komara Macarîstanê a li Stenbolê, Prohelvetia, Komeleya Karsazên Tirk-Alman, Navenda Çanda Îtalyayê, Serkonsolosxaneya Bulgarîstanê a li Stenbolê û Anadolu Kültür hevparên wê bûn, piştgiriya Komîsyona Ewropayê ji alîyê Enstîtuya Goethe ve meşandin.
Çalakîyên Hefteya Çandê Ên Ewropayê Yî Li Ser Rêyan Pirtûkçe