Diyarbakır Sanat Merkezi
BIJARTINA TENÊTÎYÊ, RETROSPEKTÎFEK
7 Avrêl - 6 Gulan 2012
Hunermend:
Remzi Raşa

CÎ:
Galerîya Hunerê a Amedê

Pêşaneya bi navê ‘Bijartina Tenêtîyê, Retrospektîfek: 1946-2006’ ku ji berhemên Remzi Raşa pêk tê û ew bi xwe yek ji wênesazên dawî yên li jîyanê yê Fêrgeha Parîsê ya Duyem e, 58 sal şûnde li Tirkîyeyê, li Amed û li Stenbolê ji bo serdanê hat vekirin. Pêşaneya li Amedê, bi hevkarîya Enadolu Çand, Navenda Hunerê ya Amedê û Şaredarîya Mezin ya Amedê û di Galerîya Hunerê ya Amedê ya li Sumerparkê, di navbera 7’ê Nîsan û 6’ê Gulana 2012’an de hat lidarxistin.

Remzi Raşa, li Kırıkhana ku nêzî Hatayê ye, ji dayika xwe re bû û pêşaneya yekem gava 17 salî bû li Halkevi ya li wir vekir. Di sala 1953’yan de li Parîsê bi cî bû û li wir gelek pêşaneyên kesaneyî vekirin û tev li pêşaneyên komî bû. Gava jê tê pirsîn Raşa dibêje, ew hewlê dide ku wêneyê siberojê çêke. Wêneyên Raşa li gorî hin rexnegirên hunerê klasîk e li gorî hin kesan jî modern in. Hunermend xebata fîguratîk dike û xêzkirina tenêtîyê, vekolana bîra mirovan, bi taybetî ya jinan, tişteyan û qehwexaneyên Parîsê di nav bengîtîyên wî de ne. Remzi Raşa, di 25’ê Tîrmeha 2015’an de, heta ku mir, di kargeha xwe ya li Parîsê dixebitî û digot, wê roja ku ew ê nikaribe wêne çêke, ew ê bimire. Vê pêşaneyê, dîtyarî li temenekî kir û bêrîkirinek kuşt.

Yalnızlığı Seçmek Davetiye