Fotografkêş Carolyn Drake ku xebatên xwe li Ajansa Fotografan a Magnum Photos ku li cîhanê yek ji sazîyên fotografan ên herî xuya ye û bi xebatên ku dike li Ûkrayna û Asyaya Navîn balê dikişîne ser xwe, di navbera 22-30’yê Berfanbara 2016’an de ji bo li Amed, Mêrdîn û Rihayê kargehên fotografkêşîyê, çalakîyên xwendina portfolyo û gotûbêjên li ser fotografan li dar bixe, hat Tirkîyeyê. Çalakîyên ku bi hevparîya Navenda Hunerê a Amedê û Komeleya Fotografkêşên Amator ên Amedê hatine sazkirin, bi tevkarîya Komeleya Fotografkêş û Sînemagerên Amator ên Mêrdînê, Komeleya Hunera Fotografkêşîya a Rihayê û bo têkarîya Konsolosxaneya DYA’yê a li Edeneyê hat lidarxistin û gelekî bala fotografhez û komeleyên li van sê bajaran kişand.
Piştî bangewazîyên eşkere a bi danûstandina bi fotografkêş û komeleyên li van sê bajaran xebatên xwe dimeşînin re hat kirin, di serî de ji bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê, ji gelek bajarên Tirkîyeyê, ji sedî zêdetir serlêdan çê bûn. Ev serlêdan ji alîyê hîndekarê fotografkêşîyê û nivîskar Özcan Yurdalan ve hatin nirxandin. Li Amedê nêzîkî 20 kesan tevî du xebatên kargehan ên bi mazûvanîya Navenda Hunerê a Amedê hatibû sazkirin, bûn. Carolyn Drake, di kargeha ku berî her tiştî nirxandinên tevlêbûyan ên li ser xwendina potrfolyoyê hat kirin de, xebatên tevlêbûyan a piştî hînkarîya li ser mijara ‘Serdemên pevçûnan dê çawa di ser fotografan re werin veguhastin?’ nirxandin. Hunermend, wekî din ji Tirkîyeyê û ji dinyayê mînakên fotografkêşan berpêş kir. Ji bo çalakîyên xwendina portfolyo ku 27’ê Rêbendanê roja Çarşemê li Mêrdînê û 29’ê Rêbendanê roja înê li Rihayê hat lidarxistin, ji her bajarî 13 Fotografkêş hatin dîyarkirin. Li kêleka van kargehan, hunermendê li her bajarî bi tevlêbûna hemî fotografhezan gotûbêjên li ser fotografan jî li dar xist. Drake di gotûbêjan de bahsa povajoya kişandin û wekî pirtûk amadekirina xebatên xwe ên bi navê “Du Robar” û “Kevoka Kovî” kir û bersiva pirsên fotografhezan da.
Carolyn Drake kî ye?
Sala 1971’ê li Emerîkayê çê bûye. Carolyn Drake li Zanîngeha Brown beşa Medya, Çand û Dîrokê qedand û li wir bala wê ser belgefîlman. Piştî li New Yorkê di çend pargîdanîyên mûltîmedyayê de xebitî li Zanîngeha Ohioyê û ICP(Navenda Fotografan a Navneteweyî) dest bi perwerdeya di warê fotograf û ragihandina dîtbarî kir. Sala 2006’an Photo District News navê xist nav navên 30 fotografkêşên ku xwe bi pêş de dibin. Carolyn Drake ku lu bi xebatên xwe li Ûkrayna û Asyaya Navîn bal kişand ser xwe, hêjayî xelatên, World Press Photo û Lange Taylor hat dîtin. Xebatên Drake di kovarên wekî Nature Conservancy, National Geographic, Gourmet, Newsweek, the New York Times û GEO’yê tên weşandin. Pirtûka Drake a bi navê Kevoka Kovî ku bi cureyê fotopirtûke, di van deman de hêjayî Xelata Anamorphosis hatiye dîtin.