Diyarbakır Sanat Merkezi
BAJARÊ KU VEDIGUHERE, AMED: ROTAYA MEŞA DU ROJAN YA JI BAXÇEYÊN HEWSELÊ BERPÊYÎ XAÇERÊYA DINYAYÊ
Adar - Gulan 2019
Rêvebir: Serkan Taycan / Perwerdekar: Serkan Taycan, Murat Tülek, Fırat Genç / Hêsankerê/a Dîtbarîyê: Tolga Güleç / Cî: Navenda Hunerê a Amedê

Kargeha Hilberandina Kollektîf ya BINÊR: Nexşeya bajarê ku vediguhere, bi beşdarîya lêkolerên bajaran yên ciwan ên ji Amed û Îzmîrê, di 1-6’ê Adara 2019’an de li Amedê pêk hat. Kargeh, li ser temaya bajar û veguherînê bernameyeke hilberandin û lêkolandinê ye û hunermend/lêkoler Serkan Taycan rêveberîya kargehê kir. Di demajoya kargehê de, li ser hîma pêwendîyên zanistên civakî, nexşesazî û hunerê, Serkan Taycan, Murat Tülek û Fırat Genç wekî perwerdekar peywir hildan û Tolga Güleç jî bi xebatkarên BINÊRê re demajoya tekst û amadekarîya dîtbarîyê koordîne kir û beşdaran bi awayekî kollektîf nexşeyeke meşê ya Amedê çêkir. Demajoya kargehê û hilberîna ku çêbû, digel beşdaran û koma rêveberan, di 24’ê Gulana 2019’an de, li Kargeha A4 Qada Hunerê ya Bervekirî hat derpêşkirin.
Geşedanên sîyasî yên van pêlên dawîyê bandoreke zêde danî ser jîyana Amedê ya civakî, çandî û mekanî. Gava bajar rastî demajoya veguherîna bajarî dihat ku ev yek li her derê Tirkîyeyê li dar bû, di heman demê de ku qeyûm jî diavêtin ser şaredarîyan û tevna çandî jî bandoreke zêde ji vê rewşê girt û pir zêde guherî.
Kargeha Hilberandina Kollektîf ya BINÊRê, li xwe kir armanc, bajarê ku veguherînê ji nû ve teşe dabûyê, li ser hîma pêwendîyên mekan, bîr, nexşesazî û hunerê careke din jî binirxîne û di çarçoveya semîner, meş û gengeşîyan de dahûrîne. Bi mawey şeş rojên kargehê, deh beşdarên ku di biwarên wekî avahîsazî, arkeolojî, dîroka hunerê, nexşesazî û sosyolojîyê de xweyî zanînê bûn, li Navenda Hunerê ya Amedê, bi mêvan, perwerdekar û pisporên cuda cuda re hatin cem hev, bi têgih û amrazên dîsîplînên wekî zanistên civakî, avahîsazî, nexşesazî û hunerên dîtinî bala xwe dan ser li cî û derên li bajêr û ji bo xebata nexşesazîya kollektîf gengeşî kirin û li ser rê û rêçikên ji hev cuda meşîyan.

Li çar deverên Amedê, li Surê, li Ofîsê, li Bağlaran û li Dîclekentê, çavnêrî hatin kirin û li ser van çavnêrîyan Bajarê Ku Vediguhere: Amed hat amadekirin. Rêçika meşê wisa ye ku her dever di nîv rojekê de dikare were dîtin. Nexşeya ku piştî dawîya xebatê hat amadekirin, pirtûkçeya onlîne ku hevaltî bi nexşeyê re dike û nîşandana onlîne ku şopên veguherînên di van rêçikan de hatine dîtin dihewîne, demajoya vê xebatê û dongîyên wê di xwe de dihewîne.

Bajarê Ku Vediguhere – Pirtûkçe