Diyarbakır Sanat Merkezi
BAGDAT, BABÎL, KERBELA/ SIBAT 2003
24 Pûşper - 10 Tîrmeh 2003
Fotografkêşan:
Cevahir Buğu, Şaban Dayanan, Tolga Sezgin, Özcan Yurdalan, Gençer Yurttaş

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha Bagdat, Babîl, Kerbela/ Sibat 2003 ya ku xebatên fotografîk yên li ser rewşa Iraqê ya di salên 2002 û 2003’an de ango li ser alozî û kaosa mezin a berî ku ABD Iraq’ê di 2003’an de dagir bike û piştî wê rûda tê de cî digre, di navbera 24’ê pûşberê û 10’ê Tîrmeha 2003’an de, li Navenda Hunerê ya Amedê derket pêşberî temaşevanan. Pêşangeha ku ji xebatên hevpar ên 5 fotografkêşan pêk tê, bi guldesteya ku ji fotgrafên dema serdana hunermendan a di 2002’an de hatine girtin pêk tê, bandora şer a di dem û erdnîgarîyên cuda de vedibêje. Piştî çalakîya vekirinê, ji hunermendên pêşangehê bi Ozcan Yurdalan re bi sernavê “Berî Şer Bagdat”, di çerçoveya têgihên dem, bîr û şer de, bi beşdarîyek zêde gotûbêjek hat li darxistin. Pêşangeha ku 15 rojan vekirî ma, ji hêla ji hezarî zêdetir kesan ve hat zîyaretkirin.