Diyarbakır Sanat Merkezi
3. ROJÊN FOTOGRAFAN ÊN NAVNETEWEYÎ YÎ LI AMEDÊ
16-18 Kewçêr 2015
Cî:
Galerîya Hunerê a Amedê, Hêwana Çalakî û Pêşanê ya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, Pirtûkxaneya Gel ya Bajêr ya Amedê, Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha “Hêza Valatîyê” a di çarçoveya 3. Rojên Fotografan ên Navneteweyî yî Li Amedê de ku ji alîyê Komeleya Komeleya Fotografkêşên Amator ên Amedê ve hat sazkirin û bi hevkarî û piştgirîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 16-18’ê Kewçêra 2015’an de hat meşandin, bi hevkarîya Anadolu Kültür û Weqfa Calouste Gulbenkian derket pêşberî temaşevanên Amedî. Çalakî, 18’ê Kewçêra 2015’an roja înîyê saet di 18.00’an de li Hêwana Pêşangehan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê bi pêşangeha bi navê “Hêza Valatîyê” a hunermendê fotografkêş Norair Chahinian ê li São Paulo çê bûye, dest pê bû. Xebata Chahinian a bi navê “Hêza Valatîyê” ku lêpirsîna derfet û kêmderfetên lixwevegerê û guwahîya “ji hindur de” dikir, Gulana 2015’an li Stenbol Depoyê hat pêşandan. Chahinian ku nevîyekî ji nifşê çaran ê malbateke Ermenîyên ji Anatolîyayê hatiye koçberkirin e, ji Brezîlyayê vegerîyaye Anatolyayê û bi pê şopa malbata xwe ketiye. Wî, bi vê rêwîtîya xwe, di serî de welatê malbata wî Gurgum û Riha û li gelek cîyên Anatolyayê ên Ermenî lê dijîyan pêşberî temaşevan kiriye.

Di bernameya Rojên Fotografan de ku li ser temaya ‘Sînor’ hatibû sazkirin û ji Tirkîye, Ermenistan, Kurdistana li Iraqê, Dewletên Yekbûyî ên Emerîkayê û Brezîlyayê hunermendên fotografkêş, rojnamevan û akademîsyen gihandibûn hev, xebatên pêşangehan, gotûbêjan, nîşandanan, xwendinên potrfolyo û kargehan di çarçoveya temayê de hatibûn bicîkirin. Wekî din, di çarçoveya bernameyê de fotografkêşê hosta û navdar Stanley Greene ku di qada navneteweyî de bi xebatên xwe ên li herêmên şer tê naskirin, bi fotografkêşên Amedî re 15’ê Kewçêrê roja pêncşemê li Navenda Hunerê a Amedê çalakîyeke xwendina portfolyo li dar xist. Paralelî gotûbêjên ku bi fotografkêşên wekî Bnar Sardar, Aram Karim, Savaş Boyraz û Anush Babajanian di nav de bûn re hatin çêkirin, pêşangeha bingehîn ku xebatên sazî û kesên wekî DİFAK, ji Amedê We Photos, ji Tirkîyeyê Sabiha Gökçe, Yusuf Aslan û İsmail Gökçe, hunermendêndên Ermenî Anush Babajanian û Berge Arabian, ji Herêma Kurdistanê Ali Arkady, Bnar Sardar û Aram Karim tê de dihatin pêşandan, li Sümerparkê li Galerîyaya Hunerê a Amedê pêşkêşî fotografhezan hat kirin. Pêşangeh û gotûbêjên ku di çarçoveya 3. Rojên Fotografan ên Navneteweyî yî Li Amedê, bi hevparîya Navenda Hunerê a Amedê û Nar Photos û hevkarîya Anadolu Kültür û Weqfa Calouste Gulbenkian hatin lidarxistin.