Diyarbakır Sanat Merkezi
JI BO BIBÎRXISTIN Û VEGOTINÊ LI BAJÊR BINÊR 2012-2014
Kewçêr 2012 - Adar 2014
Bajar: Batman, Çanakkale, Amed, Îzmîr

BINÊR, ya ku Anadolu Çand û Navenda Hunerê ya Amedê bi hev re dimeşînin, wekî projeyeke hevkarîya çandî û hilberandina hunerî ya kollektîf hat amadekirin ku ji herêm û bajarên cuda yên Tirkîyeyê ciwan tev lê bûn. Di çarçoveya bernameyê de, ciwanên ji Batman, Çanakkale, Amed û Îzmîrê beşdar bûn, li bîra bajaran hûr bûn û çîrokên temaşekirinê yên hevpar hilberandin û keysa wan çêbû ku digel cografyayên cuda, hev jî nas bikin û bi vî awayî çîrokên bajarên xwe û projeyên xwe yên ji vîdeo û fotografan pêkhatî, bi hev re parve bikin.

Ji bo ciwanên ku li Batmanê, li Çanakkaleyê, li Amedê û li Îzmîrê dijîn û bi fotograf û vîdeoyê re eleqedar dibin, bangeke aşkere hat kirin û beşdar, di dema projeyê de, ji bo sê xebatên kargehî û perwerdehîyê di van bajaran de hatin cem hev. Beşdaran di van hevdîtinan de, digel rêbazên vîdeo, fotograf û belgeyîkirinê, li ser pêwendîya di navbera bajar û bîrê de heyî perwerdehî dîtin, bajarên hev nas kirin û tev li çalakîyên cure cure bûn. Piştî bidawîbûna kargehan, xebatên ku hatin hilberandin, di çarçoveyeke pêşane û nîşandanê de, li Stenbolê, li Amedê, li Îzmîrê, li Batmanê û li Çanakkaleyê hatin nîşandan.  

Bernameyên perwerdehîyê, yên di çarçoveya projeya ku ji alî Anadolu Çand û Navenda Hunerê ya Amedê ve tê meşandin, bi hevkarîya Ofîsa Projeyê ya Kuja Fireh (OPKF) û docİstanbul- Navenda Lêkolînên Belgeyî hat amadekirin û bi şêwirmendîya Berke Baş, Can Candan, Refik Akyüz û Serdar Darendeliler ku di van sazîyên hevkar de dimînin, berhem hatin hilberandin. Serdema BINÊR ya 2012-2014’an, ji alî Weqfa Charles Stewart Mott, Weqfa Civaka Aşkere, Serbalyozxaneya Swêdê û Serbalyozxaneya DYA ya Stenbolê ve hat piştgirîkir

BAK 2012-2014 Pirtûkçe (pdf)

 

Hevdîtina Li Amed û Li Batmanê
Hevdîtina yekem ya serdema 2012-2014 ya BINÊR, di 20-24’ê Nîsana 2013’an li Amedê û li Batmanê çêbû. 24 ciwanên ku li Batmanê, li Çanakkaleyê, li Amedê û li Îzmîrê dijîn û salên wan di navbera 18 û 26’an de ye, bi mawey 5 rojan, beşdarî li kargehên li ser bîr, bajêr, fotograf û vîdeoyê kirin. Roja yekem ya hevdîtina li Amedê, bi hevnasîn û gera bajêr ku ji bo texma Sûrê hatî kirin, dest pê kir. Ciwanan li Dêra Ermenî ya Surp Gragos, ji nivîskarê Amedî, Şeyhmus Diken, çîrokên li ser Ameda kevn guhdarî kirin û paşê bi otobusê gereke kin ya di nav Amedê de hat kirin û ciwanan keys bi dest xistin da ku rûyê nû yê bajêr û derdora wî bibînin. Di kargehên ku di 21’ê Nîsana 2013’an de hatin kirin, ciwanên beşdar pêşî li ser hevpêwendîyên di navbera bajar, civak û bîrê de heyî, pirsên rêbazî gengeşî kirin û di pey re jî li texmên Bağlarê, li Ben û Senê û li Ofîsê gereke kifşkirinê kir. Li sê texmên cuda yên Amedê, bi hevdîtinên yek bi yek, ciwanan gelek alîyên cuda yên bajêr nas kirin, ji borîrojê heta bi îrorojê leqayî gelek çîrokan hatin û qeydên dîtinî û bihîstinî kirin, di kargehên paşê hatin kirin de hilberînên xwe bi hev re parve kirin û li ser wan gengeşî kirin. Di çarçoveya bernameyê û di çalakîya fîlmnîşandanê de ku li Mala Amedê û ji bo temaşekirina her kesî hat kirin, fîlmê belgeyî yê bi navê Ji Zêrê Reş Heta Bi Mîkrofona Zêr (2009) ku Metin Avdaç derhênerîya fîlmî kiriye, hat nîşandan. Fîlmê belgeyî yê li ser Orkestraya Batmanê ya HAPTê ku hat nîşandan û di avabûna Batmanê ya wekî bajarekî modern de xweyî çîrokeke taybet e, ji bo ciwanên ku wê dotira rojê serdana Batmanê bikirana, bû çavkanîyeke li ser dîrok û hunera bajêr. Di 22’yê Nîsana 2013’an de, di çarçoveya bernameya li Batmanê de ku bi hevkarîya Komeleya Çand û Hunerê ya Batmanê (KÇHB) hat amadekirin, gereke bo Ramana Rojavayê hat kirin û hevdîtinek bi hunermendên KÇHByê re çêbû ku di biwarên wekî fotograf, vîdeo û wêjeyê de berheman hildiberînin. Di du rojên dawî yên hevdîtinên Amed û Batmanê de, digel rêbaza belgeyîkirina fotograf û vîdeoyan, ciwan beşdarî kargehan bûn û mînakên navneteweyî yên ku li ser temayên bîr û bajar dîtin û êdî li ser projeya xwe fikirîn. Ji bo demajoya bipêşxistina proje û lêkolînê, ya ku ew ê li bajarên xwe bikin, 11 komên projeyan ku ji beşdaran pêk dihat, dest pê kirin li ser mijarên cur bi cur xebitîn ku di mijarên xwe de li qada giştî hûr dibin, pêşnîyaz li me dikin da ku em careke din jî di ser deng û mekanan re bala xwe bibin ser bîra bajêr û ciwanan bi vî rengî dest pê kir bala xwe dan ser mijarên ku di ser çîrokên kesane re nêzikayî li meseleyên ku di bîra civakî de cî girtine, kirin.
Hevdîtinên Li Çanakkaleyê û Li Îzmîrê
Di 22-28’ê Pûşpera 2013’an de, hevdîtina duyem li Çanakkaleyê û li Îzmîrê pêk hat. Beşdarên ku piştî kargeha li Amedê û di Nîsana 2013’an de hat çêkirin, komên xwe ava kirin û mijarên projeyên xwe dîyar kirin, vê carê jî li ser mijarên lêkolînê hûr bûn û di mijarên bîr û bajar de, projeyên li ser vîdeo û fotografan amade kirin. Ciwanan Çanakkale û Îzmîr nas kirin û tev li çalakîyan bûn ku di çarçoveya BINÊRê de hatin kirin. Di bernameyê de, digel kargehên ku bi hevkarîya Ofîsa Projeyê Ya Kuja Fireh û docİstanbul- Navenda Lêkolînên Belgeyî hatin çêkirin, ji NarPhotosê Serra Akcan û Kerem Uzel kargeheke li ser fotografgirîya belgeyî û girtina fotografên bajêr çêkirin û perwerdekarên Zanîngeha Ekonomîyê ya Îzmîrê ya Beşa Sînema û Medyaya Dîjîtal, Andreas Treske û Serkan Şavk li ser xebatên xwe yên belgeyî yên afirîner yên li Îzmîrê kargehek çêkirin. Ciwanên ku leqayî mînakên ji hev cuda hatin, li ser vîdeo û fotografê, qonaxên çêkirina projeyan hîn bûn û ji bo xebatên ku wê mehên di pêşîyê de bikin, planên kêşan û girtina vîdeo û fotografan çêkirin. Di çarçoveya çalakîyên ku di bernameya kargehê ya BINÊRê de hatin kirin, ji NarPhotosê Serra Akcan û Kerem Uzel, li Yalı Hanı ya li Çanakkaleyê, çalakîyeke bi navê “Digel Xebatên Xwe Yên Vê Dema Dawî, NarPhotos” nîşan da û derpêş kir. Di çalakîya yekem ya ku li Îzmîrê û di malxweyîtîya Navenda Çanda Fransizan de hat kirin, Osman Köker, di gotûbêjeke bi navê “Çîroka Çar Bajaran: Ji Sedsala 19’an û bi vir ve Batman, Çanakkale, Amed û Îzmîr” cî girt. Di çalakîya dawî ya bernameyê de, ji fîlmên Platforma Sînemayê ya Ermenistan Tirkîye yên bi navê Zarokno Winda Nebin û Min Pêlavên Xwe Li Stenbolê Hêlan, bi tevlêbûna derhênerên fîlman, Gülengül Altıntaş û Nigol Bezjian, hat nîşandan û di pey re, li ser mijara fîlmçêkirina di her du welatan de, gotûbêjek hat kirin.
Hevdîtina Fînalê ya Li Amedê
Kargeha sêyem ya dawî ya BINÊR ya serdema 2012-2014’an, di 29’ê Sermawez û 4’ê Berfanbara 2013’an de pêk hat. Di xebata kargehê de, bi tevayî 9 fotograf û vîdeoyên ku di serdema havînê de hatin hilberandin, digel şêwirmendan bi kitekitî hatin nirxandin û berê xwe dan qonaxa temambûnê. Di çarçoveya kargehê de, wekî din, roja 2’yê Berfanbara 2013’an, ji Ofîsa Projeyê ya Kuja Fireh, wek axêver, bi tevlêbûna Serdar Darendeliler û Refik Akyüz, gotûbêjeke bi fotograf ya bi navê “Curecureyên Li Ser Bîr û Bajar” hat kirin. Di gotûbêjê de, ji demên cuda yên dîroka fotografê, bijareyek ji fotografên fotografgirên ku li ser bîr û bajar xebat kirine, hat nîşandan û koma Kuja Fireh, ji fîlmên belgeyî yên civakî heta bi fîlmên belgeyî yên kesane, ji çîrokên honakî heta bi xebatên ku li ser bîranînê/dîtinê hatine hilberandin, gelek mînak bi temaşevanan dan nîşandan.
Pêşane û Nîşandan
Xebatên di BINÊRê de hatine kirin, di navbera Berfanbar û Adara 2014’an de, pêşî li Stenbolê, piştre jî li Amedê, li Îzmîrê, li Batmanê û li Çanakkaleyê bi pêşane û nîşandanan çû ber çavên temaşevanan. Projeyên fotograf û vîdeoyan, cara pêşî li Depoya Stenbolê û di 24’ê Berfanbar û 16’ê Sibata 2014’an de hatin nîşandan û di heman demê, di 8 û 16’ê Adara 2014’an de li Amedê li Galerîya Hunerê ya Sümerparkê, di navbera 22’yê Sibat û 16’ê Adara 2014’an de li Navenda Çanda Fransiz ya li Îzmîrê hatin nîşandan. Li Batmanê, piştî ku di 28’ê Sibata 2014’an de, li Hêwana Sînemayê ya Yılmaz Güney hat nîşandan, di navbera 1 û 16’ê Adara 2014’an de li Mala Çand û Ciwanan ya Batmanê jî hatin nîşandan û bo cara dawî, di navbera 22’yê Adarê û BINÊR 2012-2014 Katalog (pdf)13’ê Nîsanê de, li Çanakkale MAHALê hat nîşandan.