Diyarbakır Sanat Merkezi
JI BO BIBÎRXISTIN Û VEGOTINÊ LI BAJÊR BINÊR 2014-2016
Tîrmeh 2014 - Pûşper 2016
Bajar: Aydın, Balıkesir, Batman, Çanakkale, Amed, Îzmîr, Mêrdîn, Muğla

Ji bo bibîrxistin û Vegotinê li Bajêr BINÊR ya ku ji alî Anadolu Çand û Navenda Çanda Amedê ve tê birêvebirin, wekî projeya hevpar ya çandî ya ku ciwanên ji bajarên cuda tîne cem hev, hat sêwirandin. BINÊR, li xwe dike armanc ku ciwanên tev li projeyê bûne, li bajarên cuda cuda bîne cem hev û bi vî awayî ciwan hev û bajarên ku lê dijîn nas bikin û bi xebitîna bi hev re, çîrokên der barê bajarên xwe de bi vîdeo û fotografan veguhêzînin hev. Serdema yekem ya BINÊRê, di salên 2012-2014’an de, li Batmanê, li Çanakkaleyê, li Amedê û li Îzmîrê û bi tevlêbûna 24 beşdaran pêk hat. BINÊRê, di serdema duyem de, sînorê xwe yê cografîk berfirehtir kir, banga xwe li deh bajaran belav kir û vê carê ji bajarên wekî Aydın, Balıkesir, Batman, Çanakkale, Amed, Îzmîr, Mêrdîn, Muğla, Şirnex û Urfayê, ciwanên ku bi fotograf û vîdeoyê re eleqedar in anîn cem hev.

 

Xebata yekem ya kargehan, di navbera 9 û 15’ê Adara 2015’an de, li Îzmîrê, xebata duyem ya kargehan jî di navbera 23 û 29’ê Gulana 2015’an de li Amedê hat çêkirin. 24 ciwanên ku ji cografyayên cuda hatin cem hev, di navbera mehên Pûşper û Îlona 2015’an de, bi mawey serdema çêkirinê, li ser temaya bîr û bajar, projeyên hevpar hilberandin. Çîrokên wan yên der barê jîyana rojane, jîyan û mekanên ji hev cuda, bîr û borîroj, koçberî û pircureyîya çandî, bi mawey mehên Adar û Pûşpera 2016’an, li bajarên BINÊRê, li Stenbolê, li Amedê û li Îzmîrê hatin nîşandan û di çarçoveya çalakîyên cuda de, gotûbêj û nîşandanên fîlm û vîdeoyan hatin kirin. Serdema 2014-2016’an ya BINÊRê ya ku bi hevkarîya Ofîsa Projeyê ya Kuja Fireh (OPKF) û docİstanbul-Navenda Lêkolînên Belgeyî hat lidarxistin, ji alî Weqfa Charles Stewart Mott, Weqfa Civaka Aşkere û Serbalyozxaneya Swêdê ve hat piştgirîkirin. 

BAK 2014-2o16 Pirtûkçe (pdf)

 

Hevdîtina Li Îzmîrê
Hevdîtina yekem ya kargehan ya serdema 2014-2016’an ya BINÊRê, di navbera 9 û 15’ê de, li Navenda Çandê ya Fransiz û li Fabrîqeya Gaza Hewayê ya Şaredarîya Mezin ya Îzmîrê, bi tevlêbûna 31 beşdarên ku ji 10 bajarên projeyê hatin dîyarkirin, pêk hat. Serê pêşîn, şêwirmendên zanistên civakî Zeynep Gönen û İrem İnceoğlu, digel mijarên wekî jîyana rojane, zayenda civakî, veguherîna bajarane, koçberî û penaberîyê, pêwendîya têgihên wekî beden, mekan, xwemalî û zanavê yên bi bîr û bajêr re heyî gengeşî kirin û rêvebirên kargehan çarçoveyeke têgihî derpêş kir. Kargehê, bi modula fotografan ku ji OPKFyê û ji alî Refik Akyüz û Serdar Darendeliler ve hat amadekirin, domand. Modul, bi mînakên herî kevn yên fotografên ku dîroka bajêr didan der û bi rêzefotografên ku fotografgirên roja îro, tê de kes û mekan bi alîyên wan ên cuda derpêş dikirin, pêk hat û di pey re jî modula vîdeoyan ku Berke Baş û Can Candan rêvebirîya wê dikirin, hat nîşandan. Di vê beşê de, hin fotografên ku li ser dîroka belgeyî yên sînemayê û hin kurtefîlmên belgeyî yên ku bi şêwazên cuda cuda hatine girtin û di van demên dawîyê de serketinek bi dest xistine, hatin temaşekirin û hat gengeşîkirin ka fîlmên belgeyî pêwendîyeke çawa di navbera naverok û vegotinê de datînin. Beşdaran li Îzmîrê, serdana tax û deverên ku ji alî civakî, çandî û ekonomîyê ve ji hev cuda ne kirin, çavdêrîyên xwe di qadê de kirin. Meşa ku bi rêberîya Peywirdarê Lêkolînê yê Arşîva Bajêr û Dîroka Muzeya Bajêr Şahin Sonyıldırm çêbû, kir ku beşdar rewşa rojane û avanîya tewqtewqî ya çandî ya Îzmîrê nas bikin û ji texm û deverên derdorî û ji Asansora Dîrokî û Çarşîya Konak-Kemeraltı bibînin. Piştî kargehê, komên ku ji alî 29 beşdaran ve hatin çêkirin, bi qewlê ku ew ê pê re pê re pêşnîyazên xwe yên projeyan bi pêş ve bibin, ji hev qetîyan. Wekî din jî, di dema pêkhatina kargehê de, di 14’ê Adar 2015’an de, di çarçoveya Rojên Sînameyê ya Bi Mijara Heq û Kedê yên Îzmîrê yên duyan ku li Navenda Çandê ya Fransiz hat lidarxistin, xebatên vîdeoyê yên BINÊRê ku di serdema 2012-2014’an de hatibûn kirin, bo gel hatin nîşandan.
Hevdîtina Li Amedê
Kargeha duyem ya BINÊRê ya serdema 2014-2016’an, di rojên 23-29’ê Gulana 2015’an de, li Amedê çêbû. Piştî hevdîtina li Îzmîrê ku di Adara 2015’an de kom û mijarên projeyan hatin dîyarkirin, beşdar ji bo ku amadekarîyên xwe yên berî hilberandinê temam bikin, li Amedê hatin cem hev. Komên ku ji kargeha yekem bi vir ve ye ji bo bipêşvebirina pêşnîyazên xwe yên projeyan dixebitîn, amadekarîyên xwe yên li ser girtina fotografan û çêkirina fîlman temam kirin. Di bernameya kargehê de, bi sehîtiya perwerdekarên mêvan, gotûbêjên li ser ezmûna girtin û kêşana kollektîf yên di biwarên fotograf, vîdeo û multîmedyayê de hatin kirin û kitekitên der heqê girtin û kêşanê de hatin parvekirin. Hunermend Serra Akcan, Anahit Hayrapetyan û Serpil Polat, ji bo ku di warê fotografê de pîbarîya teknîkî bikin, ezmûneya xwe ya ji NarPhotosê parve bikin, Sevgi Ortaç di warê multîmedya û vebêjîya çîrokan de û kameramanê ezmûndar û rêvebirê dîmenê Koray Kesik jî, ji bo ku ezmûneya xwe ya di warê kêşana vîdeoyê de parve bike, bi ciwanan re hatin cem hev. Di bernameyê de, wekî din, li ser senaryoya kêşanê, meşîna kar û demajoya kêşanê û amadekarîyên pêşîn, gotûbêjên bi detay hatin kirin. Gökçe İnce, berpirsîya koordînatorîya çêkirina fîlman û piştî çêkirina fîlman da ser milê xwe û hin agahîyên li ser kêşan û honakê parve kirin û li ser awayên bikaranîna ekîpmanên teknîk gotûbêjek çêkir. Her wekî di hevdîtina yekem de jî wisa bû, di kargehên li Amedê de jî, ji bo çavdêrîkirina awayê çanda bajêr, gereke di nava bajêr de hat kirin. Ger, bi gotûbêja ku Şeyhmus Diken li ser dîroka Amedê çêkir, bi dawî bû û beşdar bi mawey kargehê, tev li vekirina Muzeya Bajêr ya Amedê û Pêşaneya Fotograg û Multîmedya ya bi navê “Dema Sînorkirî” bûn. Di hevdîtina li Amedê de, Odeya Sanayî û Bazirganîyê ya Amedê malxweyîtî li kargehên BINÊRê kir.
Pêşangeh
Works produced during BAK 2014-2016 were exhibited for the first time in İstanbul Depo March 5-April 10, 2016, followed by the exhibitions in Diyarbakır at Sümerpark Amed Art Gallery, April 16-May 8, 2016, and finally in İzmir at K2 Contemporary Art Center, May 27-June 25, 2016.