Diyarbakır Sanat Merkezi
KONFERANSA SÎNEMAYA KURDÎ A NAVNETEWEYÎ
4-13 Berfanbar 2009
Cî: Sînemaya Ewropayê, Navenda Çand û Hunerê a Cegerxwîn a Şaredarîya Peyasê, Hêwana Şanoyê a Şaredarîya Mezin a Amedê

Konferansa Sînemaya Kurdan a Navneteweyî ku hevparîya Navenda Hunerê a Amedê û   Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û tevkarîyên Balyozxaneya Swêdê hat lidarxistin, di heyameke ku sînamaya Kurdan li seranserî dinyayê bêtir xwe xuya dike de, di çarçoveya gengeşîyên zindî, nîşandana fîlman û lêhûrbûna li ser fîlman, li dar ket. Ji gelek deverên cîhanê ên cuda akademîsyen, derhêner û sînemager beşdarî her du rûniştinên azîneyî û tematîk ku tê de sînemaya Kurdan dihat nirxandin bûn û di van rûniştinan de bi têgihîneke têgehî mînakên bi bandor hûr û kûr hatin nirxandin. Çalakîya ku mijara “sînemaya Kurdî” ku di çarçoveya hin mîhrîcanên li Ewropayê tên lidarxistin de hatiye nîqaşkirin, ji nîqaş û nirxandinên hevpar re vekir, li Amedê ku tevî Stenbolê, cîyê herî zêde gengeşeyên li ser vê mijarê lê tê kirin, bû çalakîya yekemîn ku bi tevlêbûneke temaşevanan î zêde, tê kirin.

Konferansa Sînemaya Kurdan a Navneteweyî Pîrtukçe

Nîşandana Fîlmê Nîv Hîv û Resepsîyon
Cî: Sînemaya Ewropayê
Rojên Fîlman û Xwendinên Fîlman: 6 Erdnîgarî 6 Fîlm
Bi sernavê 6 Erdnîgarî 6 Fîlm, di navbera rojên 4-11’ê Berfanbarê de, fîlmên bi navê Nîv Heyv (Bahman Qubadî), Min Dît (Miraz Bêzar), Herman (Hisên Hesen Elî), Azadîya Biçûk (Yüksel Yavuz), David û Leyla (Jalal Jonroy), Kîlometreya Sifir (Hiner Saleem) hatin nîşandan. Piştî nîşandana fîlman, bi beşdarîya derhêneran û rexnegirên fîlman çalakîya xwendinên fîlman hatin kirin.

Cî: Sînemaya Ewropayê, Navenda Çand û Hunerê a Cegerxwîn a Şaredarîya Peyasê
Rûniştina Metodolojîk: Wek Pirsekê Sînemaya Kurdan
Di rûniştina yekem de ku bi sernavê Wekî Pirsekê Sînemaya Kurdan hat kirin, li ser wan hewldanan hat sekinandin ku ji nav sînemayên welatan derdikevin û di ser pirçandîtî û derneteweyî re dixwazin sînemayeke Kurdan ava bikin. Li ser wan xalbendên ku derhêner xwe ji feraseta sînemaya serdest cihê dikin, hat axaftin û pê re jî danûstendin li ser hat kirin ka fîlmên Kurdan yên di cografyayên dîtir de tên çêkirin çawa nêzikî hev dibin û hev dinasin. Li ser gengeşî hat kirin ka gelo demajoya sînemayê û taybetîyên heyî, derfetê didin zimanê sînemaya Kurdan ya ku di ser pirçandîtîyê re bi xwedî dibe. Wekî din jî, sînemaya Kurdan û arîşeyên wê, bi rehendên xwe yên civakî, sîyasî, aborî û çandî ve, di mîxwera sînemayê de hatin nirxandin. ev

Axaftvan:: Hîner Saleem, Hisên Hesen Elî, Hîşam Zaman, Miraz Bêzar, Mustafa Gündoğdu (Moderator)
Cî: Hêwana Şanoyê a Şaredarîya Mezin a Amedê
Rûniştina Tematîk: Bicîkirina Sînemaya Kurdan
Di rûniştina duyem de ku bi sernavê Bicîkirina Sînemaya Kurdan hat lidarxistin, hêmanên ku karaktera kitbûnê dide sînemaya Kurdan hat nirxandin. Beşdar, di ser dîroka nêz re û di ser zimanê wê re ku bi cudatîya xwe dîtinî û vegotinî re karaktereke xweserî xwe dide der, sînemaya Kurdan li ser sînemaya Kurdan sekinîn.

Axaftvan: Jalal Jonroy, Yüksel Yavuz, Tim Kennedy, Hamid Dabaşi, Ayça Çiftçi, Devrim Kılıç (Moderator)
Cî: Hêwana Şanoyê a Şaredarîya Mezin a Amedê