Diyarbakır Sanat Merkezi
HEVDÎTINÊN SÎNORNENAS III-IV
March / May 2008
Cî: Odaya Demokratî ya Pirtûkxaneya Bajêr a Malmöyê, Mûzeya Malmöyê, Galerî Signal, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê, Navenda Hunerê a Amedê, Sînemaya Ewropa

Hevdîtinên Sînornenas’ ku her du carên pêşîn ji alîyê Navenda Hunerê a Amedê ve bi hevkarîya Citizens Without Boundaries û Konsolosîya Swêdê sala 2007’an li Amedê hatibû lidarxistin cara sisêyan di Adara sala 2008’an de li Malmöya Swêdê û cara çaran jî di Gulanê de dîsa li Amedê hat lidarxistin.

Hevdîtinên Sînornenas III-IV – Pirtûkçe

Hevdîtinên Sînornenas III: Malmö
Di çarçoveya projeyê de di 26-30’yê Adara 2008’an de li Malmöyê çend rêzehevdîtin pêk hatin. Pêşangeha bi navê ‘Serpêhatîyên Ji Jîyana Taybet’ ku ji anîna ba hev a xebatên fotografkêşên ciwan ên ji Tirkîyeyê pêk hatibû, li Muzeya Malmöyê hat pêşandan. Di pêşangeha ku kuratorîya wê Geniş Açı Proje Ofisi dikir de li Odeya Demokrasîyê a Pirtûkxaneya Bajêr a Malmöyê bi Silva Bingaz, Korhan Karaoysal, Özlem Şimşek, Ali Taptık û Serkan Taycan re li ser rewşa olî û sîyasî a Tirkîyeyê nîqaşek hat lidarxistin û li Galeri Signalê li ser wêje û weşangerîya Kurdan çalakîyek hat lidarxistin. Di çalakîya bi navê ‘Stanza Gets a Bit More Bilingual’ (Çarîna Helbestê Dibe Duzimanî) de xwendina helbestên helbestkarên Swêdî, Çînî, Kurdan û Tirkan bi zimanên Tirkî, Kurdî, Swêdî, alîyên pirzimanî û pirçandî ên bernameyê bi xurtî derxist holê.
Hevdîtinên Sînornenas IV: Amed
Pêngava çaran û a dawîyê a projeyê bi bernameyeke ji pêşangehekê û çar gotûbêjan pêk hatibû li Amedê hat lidarxistin. Çalakîyên ku ji Tirkîyeyê û Swêdê kesên di qadên wêje, hunerên li ser dikê û hunerên dîtbarî dixebite ên wekî Elin Berge, Asa Lind, Mehmet Ergen û Şeyhmus Diken wekî axêver tev lê bûbûn, bi adan û dewlemendî bihurîn. Çalakîya ‘Hevdîtinên Sînornenas’ ku hem dîyaloga di navbera sazîyan de û hem jî a di navbera çandan de xurt dike, ji bo temaşevanan, tevlêbûyan û sazîyan bû projeyeke pêşîvekir û bi kêr.
Welatê Keybanûyê
Hunermend: Elin Berge
4-20 Gulan 2008
Li Ser Welatê Keybanûyê
Axaftvan: Elin Berge
4 Gulan 2008
Kî Sînoran Çê Dike? Li Ser Zarokan û Lîteraturê
Axaftvan: Fatih Erdoğan, Asa Lind, Andrea Karlsson
5 Gulan 2008
Nirxên Ewropayê: Ma Yekîtîya Nirxan e?
Axaftvan: Mazhar Bağlı, Carina Martensson, İlhan Kaya
6 Gulan 2008
Ma Ji Me Re Şano Divê?
Axaftvan: Mehmet Ergen, Björn Kjellman
7 Gulan 2008
Vegotina Çîrokan, Bêrî û Kovan -Li Ser Mehmed Uzun
Axaftvan: Şeyhmus Diken, Per Erik Ljung, Ingrid Rasch
8 Gulan 2008