Diyarbakır Sanat Merkezi
Bajar: Diyarbakır, İzmir, Gaziantep

Projeya Qad bo Çandê, ya ku bi pêşengîya Goethe-Institut, Serbalyozxaneya Hollandayê, Serbalyozxaneya Swêdê ya Stenbolê û Navenda Çanda Fransiz hat destpêkirin, bi hevkarîya Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (WÇHS) û Anadolu Çandê, ji sala 2018’an bi vir ve ye tê lidarxistin.

Qad bo Çandê, li Îzmîrê, li Amedê û li Entabê, ji bo ku piştgirîya çand û hunerê bike, bi pêşînîyên xwe yên ji bo kêrdarîya civakî û kudbarîyê da ser rê. Proje, digel ku di her warê hunerê de ji bo projeyên çandî cî, mekan û çavkanîyên aborî dabîn dike jî, ji bo sazîyên herêmî û profesyolenên ku di warê hunerê de hilberînê dikin, derfetên cuda yên perwerdehî û bipêşvebirinê çêdike; digel hunermend û aktorên çandê, bi sazîyên sivîl yên civakî re jî hevkarîyê dike. Bi partnerên xwe yên ji Tirkîyeyê û Ewropayê re karên hevkarîyê dike û bernameyên têrtekûz çêdike. Digel ku li bajarên wekî Îzmîr, Amed û Entabê û li bajarên cîranên van bajaran ji bo sazîyan û hunermendan fona piştîgirîya projeyê peyde dike jî, perwerdeya rêvebirina çandê dide, bernameyên gerê, yên ku li bajarên Ewropayê tên lidarxistin, çêdike û ev hemû wekî bernameyên temamker yên projeya Qad bo Çandê ne.

Wekî din jî, bi hevkarîya ‘A Corner in the World’ê, her sal ji bajarên projeyê, sazîyên beşdar tên Stenbolê û derfetên konferansên dawîya salê bo wan tê dabînkirin û hunermendên di van projeyan de hilberînên xwe di nav bajaran de berbelav dikin û çalakîyên showcase jî tên kirin. Qad bo Çandê, bi bername û piştgirîyên ku ji sala 2018’an bi vir ve ye dimeşîne, li her sê bajaran û li bajarên cîranên van bajaran, di warê çand û hunerê de, tevkarîyeke girîng dike û ji bo bipêşveçûn û xurtbûna siberojê jî piştgirîya hevkarîyan dike.

Navenda Hunerê ya Amedê, koordînatorîya Qad bo Çandê ya van her sê bajaran û ya Amedê û ya bajarên cîran dike. Heta roja îro, di çarçoveya Qad bo Çandê de, ji Amedê û ji bajarên derdorê, piştgirîya 56 projeyan û bi giştî jî piştgirîya 172 projeyan hat kirin. Ji bo 9 bernameyên gerînê ji Amedê û ji bajarên derdorê 43 kes tev lê bûn, ji bo 8 Bernameyên Perwerdeyê yên Rêvebirina Çandê jî, di nava 5 salan de, 40 kes tev lê bûn. Bi çalakîyên showcase ku di çarçoveya çalakîyên sala dawî yên Qad bo Çandê de hatin kirin, berhemên ku li her sê bajarên projeyê hatin hilberandin, di nava hev de gerîyan û konferansên girtinê ku her sal li Stenbolê tên kirin jî, bûn sedem ku ji her sê bajaran, aktorên cuda cuda bên cem hev û derfetên gengeşîkirinê bi dest bixin.