Rojên Fotografan yên Amedê yên Navneteweyî yên Pêncan, ji alî Komeleya Amatorên Fotorgrafê ya Amedê (KAFA) ve, di rojên 7-22-28’ê Gulana 2017’an de li Amedê li dar ket. Rojên Fotografan yên Amedê yên Navneteweyî yên Pêncan ya ku bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Amedê (NHA), Nar Photos û WePhotosê û bi tevkarîya Odeya Sanayî û Bazirganîyê ya Amedê, Du Çem Cafe û Hunergehê li dar ket, bal bir hêza veherîner û lihevkomker ya fotografê û bi rêgeza “Digel Her Tiştî Jî Fotograf” da ser rê. Di çalakîya ku fotografgirên ji Amed û Stenbolê eleqeyeke mezin nîşan dan, gelek derpêşî û xebatên kargehî pêk hatin. Beşa navneteweyî di rojên 7-8’ê Gulana 2017’an, bi tevkarî û hevkarîya Serbalyozxaneya Edeneyê ya Dewleta Emerîkayê û bi gotûbêja li ser fotografê û bi xwendin û nirxandina portfolyo ya fotografan ya rojnameger û akademîsyen Donna De Cesareyê dest pê kir û Evelien Kunst ya Hollendeyî bû mêvana girîng ya beşa duyem ku rêvebirîya ajansa fotografan, xebatên ragihandinê û perwerdekarîyê dike û bi kargehekê û bi gotûbêjekê, zanyarî û ezmûneyên xwe yên 20 salan ku di gelek warên fotografê de bi dest xistine, bi ajansên fotograf û fotografgiran re parve kir û axaftinek jî ji bo girseya giştî ya fotografhezan kir. Wekî din jî, ji Ajansa Fotorgrafê ya Metrography, Ahmed Najm ku li Îraqê gelek karên bi bandor kirine, ji temaşevanan re behsa pêşveçûnên rojane yên di warê fotografê de kir. Di çarçoveya Rojên Fotografan de, ji 22’yê Gulanê û şûnde, heft şevan, fotografgirên Komeleya Amatorên Fotorgrafê ya Amedê (KAFA) û hunermendên ku di biwara dîtinî de berheman hildiberînin, berhemên xwe derpêş kirin. Sabri Özdemir, Cenk Gençdiş, Hakan Yaralı û Enis Rıza bi van derpêşkirinên xwe ve bi temaşevanan re hatin cem hev. Di çarçoveya Rojên Fotografan de, kargeha ku Ümit Kıvanç li ser teknîkên fotografê çêkir û di moderatorîya Şehlem Kaçarê Komxebata Fotografgirên Jin hat lidarxistin. Roja 26’ê Gulanê êvarê saet 5:00’an de, çalakîya ku li Odeya Sanayî û Bazirganîyê ya Amedê dest pê kir, ji bo bîranîna fotografgirê belgeyî Stanley Green ku berê beşdarî çalakîyên Rojên Fotografan ya Amedê bûbû û miribû, nîşandaneke biçûk hat kirin. Bi moderatorîya Özcan Yurdalan, panêla destpêkirinê hat çêkirin û Yücel Tunca û Özcan Yaman wekî axêver beşdarî panêlê bûn. Ji Batmanê, Mêrdînê û Rihayê, nûnerên komeleyê tev li bernameyê bûn. Komeleya Çand û Hunerê ya Batmanê, Klûba Fotografê ya Mala Ciwanan ya Batmanê, ji Mardin Ro-grafê Selmet Güler, ji Mefsada Rihayê Murat Yazar û Paşa İmrek, xebatên xwe yên vê dawîyê pêşkêş kirin. Bername, wekî ku her salê wisa ye, bi foruma dawîlêanînê ku tê de nirxandinên giştî û pêşnîyazên ji bo siberojê hatin kirin, bi dawî bû.