Diyarbakır Sanat Merkezi
DENGÊ SIBEHA RONÎ: GOMİDAS 150 SALÎ YE
11 Kewçêr 2019
Hunermend: Ara Dinkjian, Ari Hergel, Ertan Tekin, Pervin Chakar, Zulal Trio / Cî: Otêla Kerwansarayê

Bestekar û muzîkologê Ermenî, Gomidas, di 150 salîya rojbûna xwe de, hat bibîranîn bi konserên ku bi hevkarîya Anadolu Çand, Kalan Muzîk û Maxim Gorki Theater, li bajarên wekî Berlin, Stenbol û Amedê hat lidarxistin û ji Tirkîyeyê û ji dinyayê gelek hunermend tev lê bûn. Armanca konseran nasandina Gomidas û xuyanîkirina mîrateya wî ya li ser muzîkê bû ku di biwara muzîkê de, li ser parastin û veguhastina bîra çandî xebatên mînakî kirine. Bernameya yekem, di 5’ê Cotmeha 2019’an de li Şanoya Maxim Gorki pêk hat.

Di 7’ê Cotmeha 2019’an de, li Stenbolê di Salona Konserê ya Cemal Reşit Rey de, konsereke bi navê “Dengê Sibeha Ronî/Gomidas 150 Salî Ye” hat lidarxistin û ji Tirkîyeyê, ji Ermenistanê û ji NYEyê gelek hunermend tev li konserê bûn. Zêdeyî 1200 kesî konser temaşe kir û di heman demê de ji Youtubeyê jî bi awayekî zindî hat weşandin û hê bêtir muzîkhezan guhdarîya konserê kir. Beşa yekem û duyem ya konserê li ser hesabê Yotubeyê ya Kalan Muzîkê dikare were temaşekirin. Konsera dawî, di 11’ê Cotmehê 2019’an de, li Amedê, li Otêla Kerwanserayê hat lidarxistin. Ara Dinkjian, Ari Hergel, Ertan Tekin, Pervin Chakar û Zulal Trio di konserê de cî girtin û dengê Gomidas, li Amedê, gihîşt 600 muzîkhezan. Konser ji alî Wezareta Derveyê ya Elmanyayê û ji alî Allianz Kulturstiftung ve Calouste Gulbenkian Foundation ve hatin piştgirîkirin.