Diyarbakır Sanat Merkezi
PIRÇANDÎYA LI AMEDA BERÊ
14 Rêbendan - 7 Reşemî 2012
Kurator:
Osman Köker

Cî:
Galerîya Hunerê a Amedê

Pêşangeha ‘Pirçandîya Li Ameda Berê’ ku ji zêdetirî 200 fotografan ku gelekên wan di destpêka sedsala 20. de hatine kişandin pêk tê û gelên wendayî ên Amedê û gelê roja me anîn ba hev di navbera 14’ê Rêbendanê-7’ê Reşemîyê de li Galerîya Hunerê a Sümerparka Amedê hat pêşandan. Di nav fotografên Pêşangeha ku ji Weşangerîya Birzamanlar, Osman Köker kuratorîya wê dike de dîmenên avayîsazîya destpêka sedsala 20. û dîmenên jîyana rojane a wê demê hebûn.

Li gorî daneyên ji gerok û lêkolîneran hatine girtin li Amedê ku bêtir ji hundurê bedenê pêk dihat, 35.000 kes dijîyan û nîvê van kesan jî kom û gelên ne Misilman bûn. Pêşangeha ‘Pirçandîya Li Ameda Berê’, ji serê sedsala 20. gelek fotografên jîyana rojane di serî de a Ermenîyan û a Suryanî, Keldanî, Ermenîyên Katolîk û ên Protestan, Rûmên Katolîk û ên Protestan û Êzdîyan derxist pêşberî temaşevanan. Bi lêhûrbûna van fotografan em karin bibêjin ku wekî di salnameyên bazirganîyê de jî hatiye destnîşankirin, wê demê di jîyana aborî de giranîya kom û gelên ne Misilman pir bû. Di nivîsa ku Weşanên Birzamanlar têkildarî pêşangehê pêşkêş kiriye de hatiye gotin ku di salnameya bazirganîyê a bi navê Annuaire Oriental ku sala 1914’an hatiye weşandin de hatiye nivîsandin ku; hemû zêrker ku 12 kes in, ji 11 hostayên dîwaran û kevirşikênan 10 kes, 9 sifirfiroş, 10 sazîyên hilberîna hevrîşimê dikirin û ji 30 bazirganên ku bazirganîya pembû, hevrîşim, tene, hirî û hwd dikirin 29 kes Ermenî bûn. Wekî din ji dîmenên ku di fotografan de xuya dibû ku wê demê li Amedê dibistanên ji alîyê Ermenî û Suryanîyan û Katolîk û Protestanan ve hatibûn vekirin, rojnameyên bi zimanê Ermenan, komên şanoyê ku jîyana bajêr rengîn dikirin û bandoyên Ermenî û Suryanîyan jî hebûn.

Pêşangeha ‘Pirçandîya Li Ameda Berê’ ku ji alîyê Weşanên Birzamanlar ve hatibû sazkirin, bi Tirkî, Kurdî û Îngilîzî hatibû amadekirin û bi piştgirîya Navenda Hunerê a Amedê, Anadolu Kültür û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hatibû pêşandan. Pêşangeh piştî li Amedê hat pêşandan, di navbera 10’ê Reşemîyê-10’ê Adara 2012’an de li Stenbolê li Tütün Deposuyê derket pêşberî temaşevanan.