Diyarbakır Sanat Merkezi
PIZZERIA BABYLON
3 Avrêl - 9 Gulan 2010
Hunermend:
Kalle Hamm, Dzamil Kamanger

Coordinator:
Sezgin Boynik

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 3’yê Avrêlê- 9’ê Gulanê de mazûvanîya pêşangeha hunera rojane a bi navê ‘Pizzeria Babylon’ kir. Di pêşangeha ku bi koordînatorîya Sezgin Boynikê xebatên xwe ên hunera rojane li Helsînkîyê dimeşîne hat lidarxistin de, xebatên hunermendên bi navê Kalle Hamm û Dzamil Kamanger ku ew jî xebata xwe li Helsînkîyê didomîne, hatin pêşandan. Sedema destpêkirina projeya hunerê a bi navê ‘Pizzeria Babylon’, fikra şîrovekirina pirtûka vebînera Îngilîz Isabella Bird a bi navê ‘Rêwîtîya Li Îran û Kurdistanê’ ku sala 1891’ê hatiye çapkirin, bû. Hunermendên ku di xebatên xwe de piranî li ser mijarên wekî marjînalbûn, koçberî û lihevrasthatina çandan radiwestin, sala 2003’yan dan ser şopa Bird û rêwîtîyek ber bi herêma Kurdistana Îranê de dan destpêkirin û li wir lêkolînek li ser nirxandina bîr û boçûnên Bird a ji alîyê Kurdên li herêmê ve, kirin. Fotografên di pêşangehê de hatin pêşandan ku li ser bîranînên şênîyên berê ên gundê valabûyî Afaryana Jorîn a li Îranê hûr dibûn, xebatên hunerî ên ku ji rastîyên dîrokî bêtir serborîyên kesan hildisengînin, bûn. Xebateke din ku hevîrê pîzayê a berfireyî li gelek deverên cîhanê tê çêkirin, lê dikola jî dixwest bide xuyakirin ku berhemên çandî ên mîna hev çawa her yek bi serê xwe li deverên cuda hatine vedîtin û bi rêya lihevrasthatinên çandî belav bûne. Berî pêşandana pêşangeha ‘Pizzeria Babylon’ 3’yê Avrêla 2009’an bi tevlêbûna Sezgin Boynik, Kalle Hamm û Dzamil Kamanger gotûbêjek jî hat lidarxistin.