Diyarbakır Sanat Merkezi
DÛRBÛNA DÎTINÊ SIFIR
3-27 Gulan 2008
Kurator:
Şener Özmen, Zehra Şonya, Nicholas Panayi

Hunermend:
Endam Acar, Adi Atassi, Mahmut Celayir, Yiannos Economou, Özgül Ezgin, Berat Işık, Osman A. Keten, Ateş Kozal, Nicholas Panayi, Zehra Şonya, Cengiz Tekin, Fotis Theodoropoulos, Türegün Tunç

Axaftvan:
Şener Özmen, Zehra Şonya

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha ‘Dûrbûna Dîtinê Sifir’ ku bi hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê û EMAA(Komeleya Hunerê a Deryaya Spî Ewropa)’yê hatibû sazkirin di navbera 3-27’ê Gulana 2008’an de li Navenda Hunerê a Amedê hat pêşandan. Pêşangehê, hunermendên hunera rojane ên ji Amedê, Lefkoşayê û Alîyê Rûm ê Qibrisê li Amedê ku di asta cîhanê de vediguhere navendeke hilberîn û pêşandana hunera rojane, anîn ba hev. Armanca pêşangeha ku rewşa têkçûnê a hebûnîyê ku Karl Theodor Jaspers bi navê “sînor-rewş” (Grenzsituation) bi nav kiriye têgeh, kiriye navend, nêzîkbûneke rexneyî li hemberî mîtolojîyên serkeftinê ku pîşesazîya çandî a gerdûnî afirandiye û dubendîyên wekî hunermendê serkeftî-hunermendê ne serkeftî, ava bike. Pêşangeh, bi ramana ku dûrbûna dîtinê a di navbera berhem û hunermend, berhem û temaşevan, temaşevan û zanînê de kiriye sifir hatiye amadekirin û li ser pêbilîna perdeya ji mijê ku hunermend dibêje qey ez dibînim û dûrketina ji ber çavan a aûrayê hûr dibû. Piştî destpêkirina pêşangeha ‘Dûrbûna Dîtinê Sifir’ li ser pêşangehê bi kuratorên pêşangehê Şener Özmen û Zehra Şonyayê re gotûbêjek hat çêkirin.