Diyarbakır Sanat Merkezi
AFÎŞ: SADIK KARAMUSTAFA
9 Reşemî - 5 Adar 2008
Hunermend:
Sadık Karamustafa

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha sêwirînerê grafîkan Sadık Karamustafa a bi navê ‘Afîş: Sadık Karamustafa’ ku ji afîşên wî ên di demên cuda de ji bo kes, sazî û çalakîyên curbecur çê kirine pêk tê, di navbera 9’ê Reşemîyê-5’ê Adara 2008’an de li Navenda Hunerê a Amedê hat pêşandan. Karamustafayê ku di bin banên gelek ajansên reklaman û weşanxaneyan de xebitîye û sala 1979’an atolyeya xwe ava kiriye, ji bo galerîyan, navendên çandan, şîrketên derhênerîyê, sazîyên civaka sîvîl li ser mijarên dîrok, arkeolojî, hunerên plastîk, fotografkêşî û wêjeyê afîş, logo, pirtûk, kovar, pêşangeh, katalog û bernameyên nasnameya sazîtîyê afirandine. Piştî destpêkirina pêşangeha ku ji bijareya afîşên ku Karamustafa di demên cuda de sêwiradibû pêk hatibû, bi tevlêbûna wî gêtûbêjeke bi navê ‘Ne Di Hindurê Pirtûkê De Me’ hat lidarxistin.