Navenda Hunerê a Amedê di navbera 9-20 Sermaweza 2007’an de malovanîya pêşangeha ‘Şerefname û Şerefxanê Bedlîsî- Reng û Deng’ kir. Di pêşangehê de mînyaturên di berhema bi navê ‘Şerefname: Dîroka Kurdistanê a Kevnar’ a Mîr Şerefxanê ku sedsala 16. Mîrîtîya Bedlîsê kiriye de bûn, hatin pêşandan. Mîr Şerefxan li qesra Tahmasbê şahê Îranê perwerde bûye û li wir hînî neqaşîyê jî bûye. Bi vî awayî, wî di Şerefnameyê de li şûna bi nivîskî bahsa hin bûyeran bike, ev bûyer bi mînyaturan vegotine. Di cilda yekê a Şerefnameyê de bîst û di cilda duduyan de bîst û çar mînyatur hene û her yek ji van mînyaturan bûyereke dîrokî rave dike. Kopîyên mînyatûrên di Şerefnameyê de ku Şerfnameya resen bi xwe li pirtûkxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê ye, li pêşangeha ku li Navenda Hunerê a Amedê hatibû lidarxistin, hatin pêşandan. Piştî destpêkirina pêşandana pêşangehê, bi tevlêbûna lokolîner, weşanger û nivîskarên Kurd ên wekî Ziya Avcı, Kadri Yıldırım û Abdullah Keskin gotûbêjek hat lidarxistin û bêtirî 100 kesî ev gotûbêj temaşe kirin.