Diyarbakır Sanat Merkezi
LI SER FOTOGRAFÊN DÎJÎTAL
20-21 Kewçêr / 8-9 Berfanbar 2007
Rêvebir:
Emre İkizler

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Ji peywirdarên perwerdeyîyê ên Beşa Fotografkêşîyê a Fakulteya Zanista Hunerên Bedew a Zanîngeha Marmarayê Emre İkizler, li ser fotografên dîjîtal atolyeyek li dar xist. Emre İkizlerê ku bi fotografên xwe dîmenên xwezayê, merivan û avayîyan berpêş dike, xebatên xwe bi giranî bi piştgirîya komputerê disêwirîne û fotografên dîjîtal dikişîne. Emre İkizler ku ji sala 1993’yan ve dersa perwerdeyîya fotografkêşîyê dide û xebatên wî di gelek kovaran de hatine weşandin û di gelek pêşangehan de hatine pêşandan, bi organîzasyona Navenda Hunerê a Amedê di çarçoveya xebatên atolyeya ku wekî du pêlan hatibû plankirin de di mehên Kewçêr û Barfanbara sala 2007’an de derket pêşberî fotografhezan.