Diyarbakır Sanat Merkezi
CÎRAN
18 Sermawez - 7 Berfanbar 2005
Kurator:
Nuran Terzioğlu

Hunermend:
Aslımay Altay, Azade Köker, Emre Senan, Engin Akın, Erhan Şermet, Esma Paçal Turam, Lerzan Özer, Maria Sezer, Sümbül Eren, Şakir Gökçebağ, Yücel Kale, Zeynep Perinçek Signoret

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha Cîran a ku Nuran Terzîoglu kuratorîya wê dike, bi hevkarîya Galerî Apel’ê di navbera 18’ê Sermaweza 2005’an û 7’ê Berfanbara 2005’an de li Navenda Hunerê ya Amedê hate vekirin. Ev pêşangeh wek berdewamîya pêşangehên ku li Galerî Apel’ê di 1999’an de bi mijara “kuçe”, di 2001’ê de bi mijara “paleyî” û di 2003’an de jî bi mijara “bax; bexçeyê helbestkar” hatin pêşandan tê nirxandin. Hunermendên hatin vexwandin di çerçoveya têgiha cîran de berhemên nû amade kirin. Pêşangeh çîrokên cîrantîyê yên di çandên cuda de bi gelek teşeyên wek tragedya, helbest, roman, gotinên pêşîyan û biwêjan derdikevin pêşberî me; têgiha cîrantîyê ya ku ji bo gelek şaxên zanistê yên wek sosyolojî, antropolojî, dîrok, hiqûq û heta matematîkê kereste ava kirine, pirsîyar dike. Di çerçoveya peywendîyên civakî yên ku bi lez tên guherîn de û di dahatûyek nêzîk de aqûbeta karanîna rojane ya bêjeyên wek tax, hogirî, cîran meraq dike. Di wergirîya bernameya pêşangehê ya Cîran de, piştî vekirinê, bi beşdarîya kurator Nuran Terzîoglu gotûbêjek jî hat li darxistin.