Diyarbakır Sanat Merkezi
BÎENALA CETINJE A 5’AN- AMED AN HEZ BIKE AN BITERIKÎNE
2-21 Kewçêr 2004
Kurator:
Rene Block

Axaftvan:
Halil Altındere, Şener Özmen

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha ‘An Hez Bike An Biterikîne’ di çarçoveya projeya ‘Sêyîneya Balkanan’ de ku sala 2003’yan li Ewropayê bi pêşangeha ‘In the Gorges of the Balkans’ dest pê kiribû û du salan dewam kiribû de di navbera 2-21’ê Kewçêra 2004’an de li Navenda Hunerê a Amedê vebû. Pêşangeh, wekî çalakîya girtinê a projeya di çarçoveya Bîenala Cetinjeyê a 5. de li Balkanan hatibû destpêkirin li dar ket. Armanca projeya ‘Sêyîneya Balkanan’ ew e ku hem ji bo pirsgirêkên hilberîna huner û polîtîkaya çandî hem jî ji bo nêrîna li pirsgirêkên sîyasî û civakî, nêzîkbûnên nû bi pêş bixe. Bîenala Cetinjeyê jî, li ser pêşketinên sîyasî û çandî ên li Balkanan û Rojhilata Navîn hûr dibe, şopên têkilîyên sîyaset û çandan ên gelên li van deran dijîn digerîne û dixwaze hejê li nêzîkbûnên serdest ên li van herêman bixin. Di Pêşangeha ku ji xebatên vîdeo û fotografan pêk hatibû de, ji bajarên wekî Bêrûd, Sarayevo, Sofya û Stenbolê û gelek bajaran berhemên hunermendan, pirsgirêkên herêmên ku lê dijîyan bi çavekî cuda berpêş dikirin. Di 2’yê Rezbera 2004’an de bi Şener Özmen û Halil Altındereyê ku berhemên wan di pêşangehê de hatin pêşandan re heypeyvînek hat kirin. Özmen û Altındere di vê gotûbêjê de hem bi giştî li ser cureyên nêzîkbûnên hunerê peyivîn, hem jî nirxandina têkilîyên sîyasî, îdeolojîk û çandî ên berhemên ku di pêşangeha ‘An Hez Bike An Biterikîne’ de, kirin.