Diyarbakır Sanat Merkezi
ERDÊN NENASBAR – TERRA INCOGNITO
12-31 Adar 2004
Hunermend:
İnci Eviner

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha İnci Eviner a bi navê ‘Erdên Veşirtî- Terra Incognito’ ku ji xebatên bi teknîka bi çapa înkjetê li ser vînîlê pêk tê, di navbera 12-31’ê Adara 2004’an de li Navenda Hunerê a Amedê derîyê xwe ji bo hunerhezan vekir. Eviner, hunermendeke ku di vîdeoyên di ser xêzkirinê re amade dike de, berhemên ji qadên gelekhêlî ku xwe dispêre performatifî û hevparîya ketine nava hev, diafirîne. Fotografên ku Eviner li ba sehafan dîtine bûye sedema despêkirina afirandina berhemên pêşangeha ‘Erdên Veşirtî – Terra Incognito’. Armanca hunermenda ku ev fotografên di pêşangehê de veguherandine hêmayên fotografîk, têkbirina binhişê welatên ku modernîzmê wekî sêwirandina paşerojeke nû dijîn e. Piştî vekirina pêşangehê li ser pêşangehê, xebatên wê ên din û bi taybetî li ser nêzîkbûna wê a li ser hunerê, gotûbêjeke bi navê ‘Mîhrîvanî û Çavnebarî’ hat kirin.