AGAHIYAN

KurdîLit: Tora Wêje û Weşangerîya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê

Civîna Danasînê: 29'ê Hezîrana 2016'an Çarşem Saet: 15.00 Eywana Resepsîyonê ya Sümerparkê

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya 2016’an li Galerîya Hunerî ya Amedê ye!

Pêşangeha Diyarbaekîrê ya 2016’an a projeya BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya ku li Tirkîyeyê bi beşdarîya 24 ciwanên ji 10 bajarên dûrî hev tê birêvebirin, di navbera mêjûyên 16’ê Nîsanê - 8’ê Gulanê li Galerîya Hunerî ya Amedê bi bîneran re tê gel hev.

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya 2016’an li İstanbul DEPOyê

Pêşangeha İstanbulê ya 2016’an a projeya BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya ku li Tirkîyeyê bi beşdarîya 24 ciwanên ji 10 bajarên dûrî hev tê birêvebirin, di navbera mêjûyên 5’ê Adara – 10’ê Nîsana 2016’an de li DEPOyê digihîje bîneran.

Atolyeya Lekoline ya Listikvaniye Diwan

Atolyeya Lêkolînê ya Lîstikvanîyê Dîwan, li benda Beşdarên xwe ye! Dîwana ku wê yek ji derhênerên Şanoya Destar Mîrza Metîn ve di navbera 15 -22’ê Îlona 2014’an de bê bi rêvebirin, ji aliye Diyarbakır Sanat Merkezi (Navenda Hunerê ya Diyarbekirê) û Anadolu Kültür (Kultura Anatolyayê) ve bi hevkariya Tango MED tê organîzekirin.

Kovara Wêje û Rexneyê bi hejmara xwe ya yekemîn derket

Kovara Wêje û Rexneyê bi hejmara xwe ya yekemîn derket pêşberî xwendevanan

Pêşangeha “Carek Din Na!: Hevrûbûna Bi Raboriyê û Lêborîn” li Amedê vedibê

Pêşangeha “Carek Din Na!: Hevrûbûna Bi Raboriyê û Lêborîn” 4 - 29ê Hezîrana 2014an dê li Amedê vedibê

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî Navbera 24’ê Rêbendanê – 16’ê Reşemîya 2014’an de li İstanbulê DEPOyê de

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî Dest Pê Dike

Ji Koçberîya ji Bêgaviyê Heta Têkoşîna bo Nasnameyê: Kaxizfiroşên Colemêrgî

Bajarbûn û Veguherî ya Bajarbûn

Li Diyarbekrê Mafên Mirovan Bi Civata Neferma û Rojên Sînemayê, hefta “Bajarbûn û Veguherî ya Bajarbûn ” yê berdewam bikê

E-Mail Lîst

Ji bo ku hûn ji agahiyan û projeyan agahdar bibin, Bibin endame lîsteya mailê

Kurdên Kotranisê ku di sala 1994ê de gundê wan ji hêla dewletê ve bi darê zorê tê valakirin û piştre tê şewitandin, warê xwe diterikînin; yên ku heqê riya dolmîşê bi wan re heye diçin Wanê û yên ku pezê xwe difiroşin û dikarin perê xwe bistînin pêşî diçin taxa Karasu ya Edeneyê û piştre jî diçin semta kolîtan Türközü ku semta herî nêzîkî sergoya mezin ya Enqereyê ye. Kotranisî li wirê bi cî dibin û êdî bi berhevkirina kaxizan debara xwe dikin. Di encama koçberiya bêgavî de tomarên dîtbarî yên hebûnê jî ji sala 2001ê heta roja me li qadeke nû ya jiyanê bi şahidiya wan kêliyan re hat ku jiyan bixwe dika xwe amade dike. Van dîmenên ku di dawet, serxweşî û şeran de li sikak û malan hatine girtin bîreke dîtbarî pêk anî. 

Di vegotinên sînematografîk de her dîmenek ji dêvla ku bi serê xwe watedar be, bi dîmenên beriya û piştî xwe ve watedar e û zanyariyekê dide. Wateya di navbera dîmenan de dibe mekanîk an jî xizmetî têgihana çavî dike ku em li cîhana xeyalî ya sêwirî bêyî şikestên têgihanê bigerin an jî sehneyeke sêwirî wekî rastiyekê bibînin. Vegotinên dîtbarî yên li derveyî vê jî bi piranî li dû zimanekî sînematografîk an jî televîzuel naçin û li gel vê dibin sedema şikestên di têgihana bîneran de – eger bîner li hêviya çîrokeke di navbera sêwirî û rastiyê de bin...

Di vîdeoyên “Agir û Dawet”ê de, beramberî kameraya ku ji qûç û kadraja xwe ve sehneyê dibîne, zimanekî din ê vegotina dîtbarî beloq dibe. Naverok li gel kodên diyar yên sînemayê, ji dêvla şayesandina sehneyekê ve, tenê dibe tiştên ku ew kêliya tomara vîdeoyê dide dîtin û bihîstin. Ew tiştên ku bi riya wê kameraya ku Mehmet Karamanê kaxizfiroş li ser sergoyê dibîne heta xirabûna kamerayê hatine kişandin, dikin ku kamera bibe makîneyeke ku şahidiya herika jiyanê dike. Li hemberî sawîna rasteqîniyê ya zimanê sînematografiyê, ev tomar diçespînin ku dem wê kêliyê li wê derê bi wî awayî derbas bûye.

Honaka di vê vegotina dîtbarî de, rêgezên honaka herik-diyar naşopîne. Wekî ku dibe ku dîmenek bi tena serê xwe watedar be û ew dîmen û dîmena piştre hev temam bikin, her wisa dibe ku ew dîmen dijbera dîmena piştre be an jî naveroka dîmenê veguherîne/têkel bike. Wekî qada dawetê ku her sal kaxizfiroş lê beşdarî dawetan dibin û qada barxaneya kaxizan ku dişewite... Wê gavê wate ji bo me, ji dêvla bi zimanê ku wateya sêwirî/rastiyê diafirîne ve, bi vegotineke “rastiyeke nesêwirî” diafire.

Tomara rastiya nesêwirî jî tomarkar û tomarkirî rûbirû dike. Ji ber ku kamera alaveke tomarkirinê ye, ji dêvla çîrokbêjekî ve kamera dike ku ew bibe nameyek, tomareke dîmenên ji dawetekê, zêmarek, şahidê berxwedanekê û tomara hişmendiya hevpar ya jiyana li dû koçberiya bi darê zorê

|