AGAHIYAN

KurdîLit: Tora Wêje û Weşangerîya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê

Civîna Danasînê: 29'ê Hezîrana 2016'an Çarşem Saet: 15.00 Eywana Resepsîyonê ya Sümerparkê

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya 2016’an li Galerîya Hunerî ya Amedê ye!

Pêşangeha Diyarbaekîrê ya 2016’an a projeya BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya ku li Tirkîyeyê bi beşdarîya 24 ciwanên ji 10 bajarên dûrî hev tê birêvebirin, di navbera mêjûyên 16’ê Nîsanê - 8’ê Gulanê li Galerîya Hunerî ya Amedê bi bîneran re tê gel hev.

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya 2016’an li İstanbul DEPOyê

Pêşangeha İstanbulê ya 2016’an a projeya BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî ya ku li Tirkîyeyê bi beşdarîya 24 ciwanên ji 10 bajarên dûrî hev tê birêvebirin, di navbera mêjûyên 5’ê Adara – 10’ê Nîsana 2016’an de li DEPOyê digihîje bîneran.

Atolyeya Lekoline ya Listikvaniye Diwan

Atolyeya Lêkolînê ya Lîstikvanîyê Dîwan, li benda Beşdarên xwe ye! Dîwana ku wê yek ji derhênerên Şanoya Destar Mîrza Metîn ve di navbera 15 -22’ê Îlona 2014’an de bê bi rêvebirin, ji aliye Diyarbakır Sanat Merkezi (Navenda Hunerê ya Diyarbekirê) û Anadolu Kültür (Kultura Anatolyayê) ve bi hevkariya Tango MED tê organîzekirin.

Kovara Wêje û Rexneyê bi hejmara xwe ya yekemîn derket

Kovara Wêje û Rexneyê bi hejmara xwe ya yekemîn derket pêşberî xwendevanan

Pêşangeha “Carek Din Na!: Hevrûbûna Bi Raboriyê û Lêborîn” li Amedê vedibê

Pêşangeha “Carek Din Na!: Hevrûbûna Bi Raboriyê û Lêborîn” 4 - 29ê Hezîrana 2014an dê li Amedê vedibê

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî

Pêşangeha BAK: Li Bajêr Binihêre, ji bo ku Tu Di Bîr Bînî û Bibêjî Navbera 24’ê Rêbendanê – 16’ê Reşemîya 2014’an de li İstanbulê DEPOyê de

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî

Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî Dest Pê Dike

Ji Koçberîya ji Bêgaviyê Heta Têkoşîna bo Nasnameyê: Kaxizfiroşên Colemêrgî

Bajarbûn û Veguherî ya Bajarbûn

Li Diyarbekrê Mafên Mirovan Bi Civata Neferma û Rojên Sînemayê, hefta “Bajarbûn û Veguherî ya Bajarbûn ” yê berdewam bikê

E-Mail Lîst

Ji bo ku hûn ji agahiyan û projeyan agahdar bibin, Bibin endame lîsteya mailê

Atolyeya Lekoline ya Listikvaniye Diwan

Atolyeya Lekoline ya Listikvaniye Diwan

 

Di navbera dengbêj û lîstikvan de Ez

Rêvebirê Atolyeyê: Mîrza Metîn


Dîwana ku wê yek ji derhênerên Şanoya Destar Mîrza Metîn ve di navbera 15 -22’ê Îlona 2014’an de bê bi rêvebirin, ji aliye Diyarbakır Sanat Merkezi (Navenda Hunerê ya Diyarbekirê) û Anadolu Kültür (Kultura Anatolyayê) ve bi hevkariya Tango MED tê organîzekirin. 

DÎWAN, atolyeyeke ku li lîstikvaniyê dikole. Atolye, di çarçoveya dengbêjî,çîrokbêjî û lêkolînên folklorî de, rêbazên bizav(hereket),henase,deng û vegotina çîrokan vedikole û di lêgerîna ciyekî de ye di navbera lîstikvanê rojavayî û vebêjê rojhilatî de...

DÎWAN, ne ciyê hînkirinê ye. Ciyê bîranîn, lêgerîn, parkirin, hînbûn,têgihîştin,vehesîn û nefspiçûkiyê ye.

DÎWAN dibêje; “pêşî bizav hebû” û li destpêka bizavê vedikole. Temrînên wek; bi reqsên gelêrî sincirandin û vezilandina laş û li gel van jî xebatên pêhaybûna laş pêk tîne.

DÎWAN,di dema pêkhatina bizavê de, li pergala ku rê dide deng vedikole. Bi riya dengbêjiyê tev li kilam û stranan, temrînên deng, henase û tingîniya laş dike. 

DÎWAN, dema bizavê û deng dest bi reqsê kirin, li pergala ku rê li ber gotinê vedike dikole. Bi riya hosteyên deng û gotinê; dengbêj û hemsalên wan çîrokbêjan, li rêbazên vegotinê dikole. Di navbera lîstikvanê ku vedibêje û vebêjkarê ku dilîze de diçe û tê. 

DÎWAN, bi hewla bibîranîna berê û jibîrnekirina vêga de diçe û tê.

DÎWAN, li “ez”ê ku di vê rêwitiyê de ye dikole.

 

Yen ku dixwazin serî lê bidin   divê heta 12’ê Îlona 2014’an forma serîlêdanê ya di navnîşana www.diyarbakirsanat.orgê de tije bike û bişîne  info@diyarbakirsanat.orgê. Hejmara beşdaran bi 14 kesan sînorkirî ye. Beşdarbûn bêpere ye.

Dokumentan

|