DUYURULAR

5.Diyarbakır Uluslararası Fotoğraf Günleri gerçekleşti

Diyarbakır Uluslararası Fotoğraf Günleri, bu yıl 7-22-28 Mayıs 2017 tarihlerinde Diyarbakır’da gerçekleşti.

Hatırlamak ve Anlatmak için Şehre BAK 2017 programı başlıyor!

Hatırlamak ve Anlatmak için Şehre BAK, yeni şehirleri ve yepyeni programı ile üçüncü dönemine başlıyor!

Kino 2016: Alman Filmleri Diyarbakır'daydı

Goethe-Institut ve German Films'in birlikte düzenlediği Kino 2016 film programının Diyarbakır ayağı, Diyarbakır Sanat Merkezi işbirliğiyle 24-27 Kasım 2016 tarihlerinde gerçekleşti.

KurdîLit Web Sitesi Açıldı

Diyarbakır Sanat Merkezi, Lîs Yayınları ve Literature Across Frontiers ortaklığıyla hayata geçirilen KurdîLit: Türkiye'de Kürtçe Edebiyat ve Yayıncılık Ağı web sitesi 17 Ağustos 2016 itibarıyla erişime açıldı.

KurdîLit Web Sitesi Diyarbakır’da sunuldu

Diyarbakır Sanat Merkezi’nin, Lîs Yayınları ve Literature Across Frontiers ortaklığı ile yürüttüğü KurdîLit Tanıtım Toplantısı 29 Haziran 2016 Çarşamba günü Sümerpark Resepsiyon Salonu'nda gerçekleştirildi.

KurdîLit: Türkiye'de Kürtçe Edebiyat ve Yayıncılık Ağı

Diyarbakır Sanat Merkezi’nin, Lîs Yayınları ve Literature Across Frontiers ortaklığı ile yürüttüğü KurdîLit Web Sitesi Projesi 29 Haziran 2016 Çarşamba günü saat 15:00’te, Sümerpark Resepsiyon Salonu'nda gerçekleştirilecek bir toplantı ile edebiyat ilgililerine sunuluyor.

Çatışma Bölgelerinde Çocuk Çalışmalarını Destekliyoruz

Anadolu Kültür ve Sosyal Kültürel Yaşamı Geliştirme Derneği (SKYGD) çocukların çatışma ve şiddet ortamından etkilendiği yerleşim yerlerinde çocuklar ile yapılacak kültür sanat çalışmalarını desteklemek için küçük bir destek programı başlatıyor.

Hatırlamak Ve Anlatmak İçin Şehre BAK 2016 Sergisi Amed Sanat Galerisi'nde!

Hatırlamak ve Anlatmak için Şehre BAK projesinin 2016 Diyarbakır sergisi 16 Nisan – 8 Mayıs tarihleri arasında Amed Sanat Galerisi’nde izleyicilerle buluşuyor.

Hatırlamak ve Anlatmak için Şehre BAK Sergisi İstanbul DEPO'da

Türkiye’nin doğusu ve batısından 10 şehirden 24 gencin katılımı ile hayata geçirilen Hatırlamak ve Anlatmak için Şehre BAK projesinin İstanbul sergisi, 4 Mart 2016 tarihinde DEPO’da açılıyor. 6 video ve 5 fotoğraf çalışmasından oluşan sergi 10 Nisan’a kadar görülebilecek.

Weje u Rexne'nin Üçüncü Sayısı Çıktı!

Kürtçe araştırma, eleştiri ve edebiyat teorisi dergisi Wêje û Rexne’nin üçüncü sayısı, “Edebiyat ve Sınır” teması ile edebiyatseverlerin karşısına çıktı.

Duyuru Listesi

Etkinlik duyuruları ve yeni projelerden haberdar olmak için mail listesine üye olun

Kovara Wêje û Rexneyê bi hejmara xwe ya yekemîn derket

Kovara Wêje û Rexneyê bi hejmara xwe ya yekemîn derket

Kovara çarmehî û xwerû kurdî Wêje û Rexne, li Diyarbekirê ji hêla komeke xwendevan û nivîskarên wêjeya  Kurdî ve hate çapkirin. Kovar, bi hejmara xwe ya pêşîn, li pirtûkfiroşan li benda xwendevanên xwe ye.

Wêjeya Kurdî ku roj bi roj hem ji hêla hejmarî ve, hem jî ji hêla naverokî ve xwedî pêşveçûneke mezin e, rê li ber lêkolîn û analîzên zanistî yên wêjeyî jî vedike. Di vê encamê de, heya roja me gelek xebatên hêja jî hatine kirin. Ev di hejamara weşanxaneyan û pirtukên çapkirî de û kovarên cihêreng de jî xwe dide der. Herweha, di encama vê pirbûna hejmarî de û dewlemendiya naverokî de, asta wêjeya kurdî jî bilind dibe û hêviyên xwînerên kurd jî ji wêjeya ‘baş’ zêdetir dibin. Di vê encamê de, êdî pêwistî bi rexne, analîz û lêkolînên wêjeyî heye. Ji ber vê sedemê komên xwendinê ku ev e zêdetirî du salan e xebatên li ser Wêjeya Kurdî dimeşînin ku bi vê mebestê hatine gel hev û dest avêtine rexnenasiya wêjeyê û kovareke ku xwerû ji rexne, analîz û lêkolînên wêjeyî pêk tê, çap kirine.

Klûba Xwendinê ya Diyarbekirê û Koma Xwendinê a Qoserê, bi hevkariyeke mezin, vê kovarê diyarî xwendevanên Kurd dikin. Di encama vê xebata dûr û dirêj de, hûn ê nivîsên cur bi cur bibînin. Hevpeyvîneke berfireh ku bi rexnegirê Kurd, Haşim Ahmedzade re hatiye kirin, ê analîzeke baş be bêguman. Bi taybetî li ser têkiliya civak, wêje û romana Kurdî, xwendevanan têr dike.

Ji bilî hevpeyvînê, kovar xwedî mijareke sereke ye ku bi gelek gotaran, li ser mijara “Di Wêjeyê  de (Bê)cihûwarî” hûr bûye û ji gelek hêlan ve li ser mekanên ku wêje li ser ava bûye, disekine. Xwîner hem ê  çend gotarên ku analîza wêjaya cîhanê dikin hem jî çend gotarên hêja ku di wêjaya kurdî de li ser avakirina mekanê disekinin, bi analîzên kûr bixwînin. Ev beş bi giştî ji neh gotaran pêk tê.

Li gel mijara sereke ya kovarê, gelek gotarên hêja ku li ser wêjeya kurdî ya klasîk û ya nûjen pêk tên jî ciyê xwe di kovarê de girtine. Em hêvîdarin ku di encama xwendina van gotaran de, nîqaşên têr û avakar ê bêne kirin.

Nûbûneke din ku vê kovarê diyarî Wêjeya Kurdî kiriye jî, pirbûna gotarên wergerê ye. Bi giştî heft gotar ji Îngilîzî, Frensî û Tirkî hatine wergerandin, ku tevahiya wan jî li ser pêwistîya avakirina rexnegiriya Kurdî yê. Ji bilî vê yekê, weke beşa dawî di kovarê de, ji bo avakirina tradisyona rexnenasiyê, cî daye klasîkên rexnenasiyê û klasîkên rexnenasiya Kurdî ku êdî hêdî hêdî di vî warî de valahiyekê dadigire.

Kovara ku diyar e wê deriyekî nû li rexnegiriya Wêjeya Kurdî veke, ji niha û pê de, serê çar mehan carekê wê bê çapkirin û mijara dosyayê ya hejmara duyemîn jî “Di Wêjeyê de Avakirina Qerekter û Tîpan” e û li benda her cure rexne û analîzên li ser Wêjeya Kurdî û ya Cîhanê ye. Herweha nivîsên ji zaravayên din jî wê bêne çapkirin.

Ji bo hejmara duyemîn, dema dawî ya nivîsşandinê 10ê Adara 2014an e.
Navnîşan: www.wejeurexne.comwejeurexne@gmail.com

Naverok
-Ji Edîtor
-Kamuran Alî Bedirxan, Edebiyata Welatî
-Mesûd Serfiraz, Di Çapemeniya Kurdî ya Dewra Osmanî de Helbesta Kurdî
-Omer Delîkaya, Çîrokeke Nîvcomayî: Şewêş
-Gurgîn Xakî, Qiset û Şiûra Zimanî di Otobêsa Yunus Eroglu de
-Mihemed Şarman, Di Çîroka Kurdî de Nivîskarî
-Bawer Ruken, Di Romana Kurdî de Çîroka Neteweyî
-Ciwanmerd Kulek, Hurnêrînek Li Çîroka Di Xew De
-Abdullah Çelik, Hîkayeya Bedrîye Topaç “Bero Sûr” de Tenayîye, Alegorî û Metaforî
-Burhan Yek Umran Aran, Dozdeh Nîşe li Ser Martînê Bextewer
-Dawid Yeşîlmen, Li Ser Wêje, Civak û Romana Kurdî bi Haşim Ahmedzade re Hevpeyvîn

DosyaDi Wêjeyê De (Bê) Cihûwarî
-D. S. Bland, Di Romanê de Derdora Fizîkî û Çandî-Civakî
-Francesco Marilungo, Xwendineke Geokrîtîk a Li Ser Pêwendiya Kevir û Peyvê an Avahîsazî û Wêjeyê
-Ozlem Galip, Serpêhatiyên Bêcihûwarbûnê: Di Rabêja Romana Kurdî de Wek “Warê Demkî” Diyaspora
-Fahriye Adsay, Bîreweriyeke Birîndar: Bênaviya Welatekî û Bajarên Wê
-Nazan Aksoy, Wêjeya Mişext û Nivîskarekî Kurd: Mehmed Uzun
-Emîn Ebdulqadir, Şî΄rîyeta Cihî di Romanên Sidqî Hirorî de
-Ferzan Şêr, Cîhwarekî Estetîk: Tuwalet
-Îlyas Suvagcî, Di Romana Fawaz Husên ya bi navê Evdo û Çend Bêhnikên Şadiyê de Hêmana Mekanî
-Sonja Galler, Herêma Yoknapatawpha ya W. Faulkner

Atolyeya Rexnenasiyê
-Roger Lescot, Edebiyata Kurdî
-Hevindê Sorî, Edebiyatî Kurdî
-Kovara Wêje û Rexne, Rexnenasên Wêjeyê û Tema
-Platon, İon, Li ser Helbestê
-Pirtûkxane, Amadekar: Bawer Berşev

|